Bijîşka Sûdanî Henedî Hamêd jiyana xwe ji dest da

Di encama êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li ser wargeha Zemzem a bajarê El-Faşêr bijîşka leheng û têkoşêr Henedî Hamêd ku birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Sûdan- Koordinasyona komîteyên Berxwedana El-Faşêr duh raghand ku bijîşka Henedî Hamêd ku di encama êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser wargeha Zemzem a penaberan li bajarê El-Faşêr a Sûdanê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

'Ew sembola lehengî û têkoşînê bû'

Çalakvanan dest nîşan kirin ku bijîşk Henedî Hamêd sembola lehengî û têkoşînê bû. di nav şert û mercên dijwar de birîndar derman dikir. "Di parastina axa xwe de rolek mezin lîst û ew bû şehîdê welatê xwe."

Koordinasyona Berxwedana El-Feşêr ku komîteyek gelêrî ye daxuyaniyek ragihand û tê de bilançoyên kesên ku di encama êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ziyan dîtine, bi taybet ên li wargeha Zemzem û Ebû Şok zêdeyî 320 kes birîndar û jiyana xwe ji dest dane. her wiha hejmara mexdûran jî bilind dibe. li wargeha Zemzem hemû nexweşxane ji kar hatine rawestandin. Tîmên dilxwaz ên tendrustiyê hatin qetilkirin."

Ji 10'ê Gulana 2024'an de bajarê El-Faşêr û paytexta eyaleta bakurê Derforê bûne şahidên pevçûnên di nav Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanî.