Kongreya Star li ser bûyera qetilkirina Rîham Mihemed daxuyanî da

Kongreya Star a bajarê Hesekê li ser bûyera qetilkirina jina ciwan a binavê Rîham Mihemed Hisên a 17 salî ji aliyê malbata xwe ve hatî qetilkirin daxuyanî da.

Hesekê- Jina bi navê Rîham Mihemd Hisên 21’ê Adarê ji ber sedemên bi gûman li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li ber navenda Kongreya Star hate dayin de bi dehan jinên sazî û dezgehên sivîl ên bajarê Hesekê beşdar bûn. 
“Jin bi şidet û qetilkirinê re ru bi ru ne”
Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin wiha têde hate gotin: “Zihnîyeta Baviksalarî ya mêran di riya kolekirina jinan re civak dane fetsandin. Zagon, urf û edetan li gorî vê zihnîyeta qirêj ser jinan didin ferizkirin ev yek bûye sedema qetilkirina bi hezaran jin. Serweriya kevneşopiyên civakê jinan ji mafê wan mehrûm dihêlê û bi kiryarên şidet, qetilkirin û lêdanê re jin rû bir û dimînin.  
Evînê di domandina daxuyaniyê de behsa bûyera qetilkirina jina bi navê Rîham Mihemed Hisên kir û wiha pêde çû: ”Bûyerên qetilkirina jinan li tevahî cîhanê çêdibin û rojane sûncên dûrî exlaq ser jinan tên kirin. Jina bi navê Rîham Mihemed Hisên a 17 salî ji aliyê malbata xwe ve hate qetilkirin. Di dema ku rêxistina jin gêhiştiya asta civakê bi rêve bibe, kiryarên wiha derheqê wê de tên qewimandin. Ev yek tê wateya ku dixwazin îradeya jinan bixînin û derbeyekê li şoreş û rêxistina jinan bixin. 
“Bûyerên qetilkirina jinan gef e li ser civakê ye”
 Evîn di dawiya daxuyaniyê de qetilkirina jinan weke sûcekî civakê bi nav kir ku pêwîst e kujer bê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Bûyerên qetilkirina jinan gef e li ser civakê ye, dixwazin civakbûnê ji hev bixin û di riya wê de pirojeya Netewa Demkratîk ku sîstema Hevserokatiyê esas digre û bi saya berxwedaniya bi hezaran jinên azadîxwaz hatiye rûnişkandin, têk bibin. Em weke Kongreya Star bûyerên qetilkirina jinan bi tundî şermezar dikin, parstina jinan yek ji erkê sereke yê civakê ye pêwiste her kes xwe berpirsyarê vê yekê bibîne.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “ Jin jiyan azadî” bi dawî bû.