Kongreya Hevpeymaniya NADA berdewam dike

Kongreya Hevpeymaniya NADA bi panelan berdewame: Runiştina yekem hate lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Di panela Kongreya Hevpeymaniya NADA de, qala pêngava Rêber Apo ya ji bo ‘Aştî û Civaka demokratîk’, astengiyên ku ji aliyê pergala kapîtalîst û dewlet-netewe ve li pêşiya jinan têne danîn û têkoşîna jinan a ji bo aştî, jiyana hevbeş û wekheviyê hate kirin.

Yekemîn Kongreya Hevpeymaniya Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) ku li bajarê Silêmanî hatî destpêkirin, bi runiştina yekem a panela yekem ya ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn: Qirkirineke Veşartî ya li Dijî Jinan’ berdewame.

Di panelê de Hacer Ozdemîr li ser ‘Qonaxên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Herêmê’, Sema Bekdaş li ser ‘Modela dewlet netewe li herêmê û nebûna demokrasiyê: Organeke şerê serdestiya baviksalarî li dijî jinan’, Esma Kaftaro li ser ‘Îslama siyasî ya serdestiyê: Amûreke şer li ser laşê jinan’, Buşra Ebdulîsa li ser ‘Rewakirina sîstema baviksalar ji bo qirkirina jinan bi rêya şerê qanûnî li dijî wan’, Afaf Gattaşa jî li ser ‘Bandorên wêrankirina jîngehê bi destê sîstema kapîtalîst a cîhanî li ser jin û civakan’ gotarek pêşkêşkirin.

Hacer Ozdemîr gotarek pêşkêş kir û destpêkê de wiha got: “Bi salane li cîhanê şerekî bênavber heye, û hêzên emperyalîst her tim xwestine ku li Rojhilata Navîn şer bidomînin. Îro jî, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li cîhanê berdewam dike, bi taybetî jinan hedef digire, pêşveçûna wan asteng dike û mafên wan binpê dike. Danasîna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Birêz Abdullah Ocalan cara yekem destnîşan kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi awayekî hişî tê meşandin û hewl tê dayîn ku çareseriyan ji holê werin rakirin û şer berdewam bike. Ji bo pêşîgirtina li her cure têkoşîneke li dijî wan, ew ê her hewlekê bidin.”

Têkildarî Banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ Hacer Ozdemîr wiha anî ziman: “Bangewazî çareseriya bingehîn a pirsgirêkên Rojhilata Navîne û dibêje ku ‘em dikarin bi hev re bijîn û pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin, li ser esasê civakek demokratîk û demokrasiyê bixebitin’ ku ev yek dê ji hêla jinan ve were bidestxistin.”

Sema Bekdaş di dewamê de gotarek pêşkêş kir û wiha axivî: “Dewlet-netewe wekî projeyek tundûtujiyê derketin holê û xwe heta roja îro anîne. Dewlet-netewe pir caran li ser wêrankirina derdora xwe ava dibe. Yek dewlet, yek netew, bi tevahî li ser sîstemeke baviksalar hatiye avakirin û vê yekê wekî amûrek bi kar aniye. Jin di vê sîstemê de tenê û bêparin. Di civakên berê de, jinan di gelek warên jiyanê de rolek dilîstin, her çend kêm be jî. Lê di sîstema dewlet-netewe de bi tevahî hatine paşguhkirin. Rêber Apo dewlet-netewe li ser bingeha zîhniyeta mêraniyê dinirxîne. Dewletên neteweyî bi rêya nijadperestî, çînî û gelek awayên din civakê bi tevahî kontrol dikin. Jin qurbanên herî mezin ên vê sîstemê ne.”

Her wiha Esma Keftaro jî derbarê mijarekê de gotarek pêşkêş kir û wiha got: “Emê bi hev re li ser çawaniya pêşxistina yekîtîya jinan nîqaş bikin û her wiha emê li ser paşguhkirina îradeya jinan nîqaş bikin. Jin ji jiyana civakî hatin dûrxistin û hêza xwe winda kirin. Beriya Îslamê, jinên di civaka Ereban de jiyaneke dijwar derbas dikirin. Bi hatina Îslamê re, hin jinên têkoşer di meydana dîrokê de derketin û xwestin pêşî li zordestiya li ser jinan bigirin. Di peyama Pêxember de azadî hene. Di Quranê de wekheviya jinan tê pêşkêşkirin. Di serdema Îslamê de, jinên ku ji bo azadiya jinan têkoşiyan, bi demê re ji civakê hatin dûrxistin. Lê em dizanin ku jin dikarin têkoşin û azadiya xwe bi dest bixin.”

Buşra Ebdulîsa jî têkildarî mijarekê gotarek pêşkêş kir û wiha axivî: “Di civakê de, em carinan axaftinan dibihîzin ku hin qanûnên ku di rastiyê de krîzan diafirînin qaşo jinan diparêzin. Mixabin ev yasayên ku qaşo jinan ji tundiyê diparêzin, sûcdarên ku jinan li ser navê namûsê dikujin jî diparêzinLi vir, dema ku em li qanûnên weha dinêrin, em girîngiya peymanên parastina jinan baştir fam dikin. Peyva şeref di hiqûqê de wekî têgehek ku tenê ji bo jinan derbas dibe tê destgirtin. Dema jinek ji aliyê hevjînê xwe ve tê kuştin, mêr tu ceza nabîne. Ji ber ku ji hêla yasayê ve, ev zilam wekî kesekî ku rûmeta xwe paqij kiriye tê dîtin, heta kur jî dikarin vê tişta tirsnak li dijî dayikên xwe bikin. Ji ber vê yekê ji bo guhertina van yasayan têkoşînek cidî û mezin hewce ye.”

Herî dawî Çalakvana Filistînî Afaf Gataşa jî derbarê mijarê de gotarek pêşkêş kir: “Ji salên 1970’an vir ve, wêrankirina jîngehê li ser asta cîhanî heye. Di nav sîstema kapîtalîst de krîzên jîngehî çêbûne. Sîstema kapîtalîst xwezayê kontrol kiriye û ew veguherandiye yekdestdariyeke bazirganiyê. Her çiqas gelek yasa hatin derxistin jî, ew di nivîskî de man. Ewê ku pirsgirêkan diafirîne sîstem bi xwe ye, ji ber vê yekê tiştên ku sîstem dibêje ne di çarçoveya mentiqê de ne. Ev ji bo tunekirina hişmendiya me ya jîngehê ne.”

 

Afaf Gataşa balkişand li ser jenosîd û qirkirinên li ser Filistiniyan û wiha domand: “Gelê Filistînê 65-70 salin bi qirkirina mirovahiyê re rû bi rû ye û li dijî wê têdikoşe. Ev şîdet di heman demê de xwezaya Filistînî jî kiriye hedef. Qirkirina mirovî û xwezayî pêk tê. Dibe niha nebe lê di salên pêş de emê bandorên van qirkirinan kûrtir hîs bikin. Ev şer di heman demê de şerê li dijî jinane. Bi wêrankirina Filistînê, rêyên vegerê wê bên girtin. Dema dagirker cihekî dagir dikin, ew xema xweza û jîngeha li wir naxwin. Lê tiştek heye ku ew nizanin. Wan erd ji xwe re veguherandine dojehê. Em nikarin van hemû bûyeran ji bilî jinan şîrove bikin.”

Çalakvana Filistînî herî dawî got: “Divê em hişmendiya jîngehê belav bikin û li dijî tiştên ku diqewimin xwe birêxistin bikin. Ez dizanim ku em têra xwe bihêzin û biryardariya me heye ku ji van hemû bûyeran re bêjin ‘bes e’. Divê em piştgiriyê bidin jinan di hilberînê de, divê em vê yekê bikin da ku ekosîstem û hevsengiya xwezayê biparêzin.”

Konferans piştî navbereke kurt dê bi paneleke duyemîn berdewam bike.