Kongra Star: Em jî tevlî seferberiyê dibin

Kongra Star a Bajarê Kobane, ragihand ku ew jî tevlî seferberiya QSD’ê dibin û bang li tevahî jinan kir ku tevlî sefeberiya parastin û xwedî derketina Kobanê bibin.

Kobanê-  Rexistina Kongra Star a Bajarê Kobanê, li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên  li ser herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî jî li ser bajarê Kobanê,   daxuyaniyek da çapemenilê. Kongra Star bang li hemû jinan kir ku xwedî li Kobanê û şoreşa jinê derkevin. Kongra Star her wiha tevlîbûna xwe ya ji bo bangawaziya seferberiya QSD’ê jî ragihand.  

Daxuyaniya Kongra Star li navenda saziyê, ji aliyê Endama Kongra Star a Kantona Firatê Xûnav El ve hat xwendin. Xûnav diyar kir ku jinên ciwan ên Bajarê Kobanê ji bo ku piştgiriya şervanên xwe yên YPG, QSD’ê bikin, weke Tabûra Şehîd Sûrxwîn li vir amade ne û wiha got: “Ji bo ku em bajarê xwe biparêzin û gelê xwe ji dewleta Tirk biparêzin. Em dibînin ku ev demeke dewleta Tirk gef û êrîşên xwe li ser Bajarê Kobanê zêde dike. Faşîzma tirk bi gef û êrîşên xwe dixwaze gel di bin qirkirinê re derbas bibe, hewl dide projeyên Netewa Demokiratîk têk bibe. Em jî îro dibêjin ku em hemû li vir QSD ne, dema ku dibêjin em QSD’êhedef digirin ma QSD ne zarokên vî welatî ne? Ji bo vê jî em li kêleka hêza xwe ne, emê di eniyên şer de jî cihê xwe bigirin û em nahêlin ku tu kes derbasî axa me bibe. Lewma em jî beşdarî sefeberiya ku hat îlankirin dibin.”

‘Emê berxwedaniya xwe ya li Kobanê, nû bikin’

Xûnav destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Osmanîyeke nû li ser axa Kurdan bide avakirin û wiha got: “Lê em dibêjin ev jî di xeyalên wan de ye. Çawa ku jinên di berxwedaniya Kobanê  de DAIŞ’ê têk birin û liber xwe dan, ewê li hember dewleta Tirk jî liber xwe bidin. Emê berxwedaniya xwe ya li Kobanê, nû bikin. Ji bo vê jî armanca Dewleta Tirk ji van êrîşan,  girtina tola DAIŞ’ê ye. Ji ber ku li Kobanê bi berxwedaniya jinê bi bin ket û têk çû, gefên xwe li ser herêma me pêk tine. Lê em li vir dibêjin tu car nikare bikeve axa me. Emê axa xwe ji dijmin biparêzin û emê bi berxwedaniya gelê xwe Sûriyeke nû ava bikin.”

Daxuyani bi sloganên “Bijî Berxwedana Kobanê”  û  “Jin Jîyan azadî” bidawî bû.