Kongra Star bang li rêxistinên jinan kir ku piştgiriyê bidin projeya netewa demokratîk
Kongra Star bi daxuyaniyekê nivîskî êrişên dewleta tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî şermezar kir û bang li rêxistin û tevgerên jinan kir ku li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk piştgiriyê bidin projeya netewa demokratîk.
Qamişlo – Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re ragihand û da zanîn ku armanca gef û êrişên dewleta tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwedî armanca têkbirina îradeya gel û projeya netewa demokratîk e û bang li hemu rêxistin û tevgerên jinan kir da ku bibin yek û piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.
“Siyaseta ku dewleta tirk dide meşandin li dijî projeya netewa demokratîk e”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji destpêka şoreşê û vir ve destwerdana dewleta tirk a di nava kar û barên Sûriyê de, nîşaneya daxwaza dewleta Tirk a dijberiya pergala netewa demokratîk nîşan dide. Osmaniyên nû tevgera sereke ya dewleta Tirkiyê ye û hewl dide ku li Rojhilata Navîn projeyên xwe yê dagirkirinê pêk bîne. Tirkiye bi heman nêzîkatiyê, qirkirina kurdan, giştîkirina polîtîkaya Îmraliyê û pêkanîna wê ji bo hemû gelan û dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gefên dagirkirina hin herêmên din berdewam dike. Siyaseta ku dewleta tirk dide meşandin li dijî projeya netewa demokratîk e ku pêkhateyên herêmê û Rêveberiya Xweser ava kirine û bi fikrê demokratîk xwe li Rojava, Şengal, Mexmûr û qadên parastina rewa bi çek kiriye. Ji ber vê yekê êrîşên xwe zêde dike û îrade û hevgirtina gel hedef digre, her wiha aloziyan ava dike û daxwaz dike ku li Sûriyê cihekî xwe yê ku ji wê derê ber bi hemû herêmên Rojhilata Navîn ve bibe."
"Polîtîkaya dewleta Tirk li dijî Rêveberiya Xweser e"
Kongra Star di daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kişand û wiha got: "Plana Tirkiyeyê ew e ku bi rêka hedefgirtina îradeya jinên ku projeya demokratîk bi rê ve dibin, dixwazin di hemû astan de destkeftiyên mezin ên hatine bi dest xistine hedef bigre.”
Di dawiya daxûyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin ku bibin yek û wiha hat gotin: “Em di weke Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan dikin ku li dora projeya Neteweya Demokratîk bicivin û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin ku daxwaza azadiyê dike û ev piştgirî dê bibe asteng li pêşiya polîtîkaya Erdogan yên li dijî jin û li dijî tevahî cîhanê ne."