Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê hate paşxistin

Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku dê roja 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê bihata lidarxistin, ji bo demek ne diyar hate paşxistin.

Navenda Nûçeyan – Biryar bû di çarçoveya amadekariyên Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de, roja 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê bihata lidarxistin. Lê bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku ji ber salvegera wefata serokê Partiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî ku sê rojan wê bidome û nêzbûna propagandaya hilbijartina Parlamentoya Iraqê, konferans ji bo demek nediyar hate paşxistin.

Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di sala 2010’an de li Ameda Bakurê Kurdistanê û konferansa duyemîn jî di sala 2012’an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Amadekarî ji bo ya sêyemîn li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin dihat kirin.

Platforma Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd roja 27’ê Îlonê li Silêmaniyê ji bo giftogokirina li ser amadekariyên Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, civiyabûn.