Encamnameya Konferansa Sosyolojiya Azadiyê hat eşkere kirin

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve bi dirûşmeya “Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min di jiyanê de ye” hat lidarxistin, bi encamnameyê dawî bû.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Reqayê Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dirûşma "Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min di jiyanê de ye" ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê hat lidarxistin bi dawî bû. Di konferansê de hat destnîşankirin ku divê ji bo fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat û çalakiyên hîn xurtir were meşandin. Beriya encamnameyê beşdarvan di beşa duyem a konferansê de axaftin kirin.

‘Exlaqên civakî bê azadî ne pêkan in’

Endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Meryem Osman beşa duyemîn a konferansê bi rê ve bir û bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Meryemê wiha domand: "Bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan azadî, hêza belavbûna civakî ye. Rêber Abdullah Ocalan wê bi reftariyeke exlaqî bi nav dike. Exlaqên civakî bê azadî ne pêkan in. Ji ber ku azadî, kaniya exlaqê ye."

‘Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe azad e’

Endama nivîsgeha perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ala El Ewad jî nêrîna xwe der barê mijarê de anî ziman û got: "Rêber Abdullah Ocalan bedenî girtî ye lê bi fikrê xwe azad e. Ev fikr, di nava gelên xwedî li wî derdikevin, belav dibe û li ser şopa wî dimeşin."

‘Divê em tekoşînê mezin bikin’

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Nasan jî diyar kir ku Abdullah Ocalan, hevalê jinan e û hewl daye jin azadiya xwe bi dset bixe û got: "Divê em jî têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

Piştî nîqaşên berfireh, jinan li ser girîngiya lidarxistina mîna van çalakiyan li hev kir, ji bo ku li ser asta cîhanê fişar li dewleta Tirk bê kirin, da ku ew jî tecrîdê bi dawî bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Konferansa bi encamnayê bi dawî bû

Xalên encamnameya konferansê wiha ne:

“Ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê jin têkoşînê mezin bikin û çalakiyên cihereng li dar bixin.

Divê ramanên Rêber Abdullah Ocalan, pirtûkên wî werin wergerandin û bên belavkirin.

Ji bo nasandina têkoşîn û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de bi civakê, destpêkirina hemleyan di nava komîn û meclisan de.

Domandina şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û dest bi xwendina pirtûka çaremîn (Rojhilata Navîn) bê kirin.

Lidarxistina mîhrîcana ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Xwe bigihînin tevahî rêxistinên mirovî ji bo ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkere bibe û amadekariyên lidarxistina panelan bê kirin ji bo ku balê bikişînin ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan.

Pêşxistina koordîneyê ji bo lidarxistina çalakiyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser asta cîhanê û herêmî.

Praktîkkirin û belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

Belavkirina aboriya civakî ji ber ku bingeha modernîteya demokratîk e.

Ji bo avakirina malbateke demokratîk praktîkkirina qanûna malbatê

Ji bo naskirina modela rastîn a civaka hevbeş û azad, pêşxistina zanista jinan.

Ji bo avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk, bi rêya perwerdeyê pêşxistina jinan.

Belavkirina têgeha ekolojiyê bi rêya lidarxistina hemleyên hişyariyê ji bo parastina hawîrdorê.

Ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya terorê, avakirina komîteyeke hiqûqî.”

Dûre komeke girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, berhemên xwe pêşkêş kirin. Komîteya Amadekar, pirtûk û parêznameyên Abdullah Ocalan wek diyarî li beşdaran belav kirin.