Kona çalakiyê ya bi armanca piştgiriya Şengalê hatibû vedan bi dawî bû
Konê çalakiyê yê ku ji Yekîtiya Êzdiyên Efrînê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-Dem a herêma Efrînê ve li dijî êrîşên hikumeta Îraqê hatibû vedan, bi dawî bû.
Şehba - Di 18’ê Nîsanê de dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşek nû li ser Şengalê pêk anî. Bi armanca şermezarkirina êrîşên bê navber ên li ser Şengalê ji aliyê hikumeta Îraqê ve, her wiha ji bo piştgiriya berxwedanê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê û Tevgera Civka Demokratîk TEV-Dem li parka navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê konê çalakiyê vedabûn. Di roja sêyemîn a çalakiyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser serdana kon kirin. Konê çalakiyê di roja xwe ya sêyem de bi dawî bû.
Rêvberiya Yekîtiya êzdiyan ya bajaroka Til Rifetê a girêdayî kantona Şehbayê Henan Nesro got ku pêwîste ew berxwedanî û têkoşîna xwe bilind bikin û dijminê bav û kalên xwe têk bibin û wiha domand: "Em weke Êzidiyên kantona Efrînê sekna we di bin kona rûmetê de pîroz dibînin, ji ber ku ew sekn jî çekek li beramberî dijminê hov e. Dema em tiştên giranbuha bixwazin em ê helbet bedelên giran jî bidin. Em mirinek bi rûmet razîne lê em jiyanek bê rûmet naxwazin."
"Gelê Kurd pêşengtiya hemû pêkhate û gelan dike"
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Wehîde Xelîl jî anî ziman ku konê çalakiyê bersiveke xurt e ji bo dijmin û wiha lê zêde kir: "Hemû dewlet xwe bi hêz dibînin û gelên sivîl di bin navê aramî û demokratiyê dixapînin. Mala Berezanî nasnameya xwe ya resen ji bîr kirine û niha bi dewleta Tirk a dagirker re bûy e hevkar. Gelê Kurd pêşengtiya hemû pêkhate û gelan dike lê wek em dibînin her tim êrîş û kiryarên herî hov li ser Kurdan tê meşandin.”
Piştî axiftina dirûşme hatin berzkirin.