Welatiyên Helebê li hemberî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan

Li taxa Şêx Meqsûd bi duruşma “Kurdistan ji bo dagirkeran goristan e” meşek girseyî li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdstanê hat lidarxistin.

Heleb- Meşa Rumetê ya her roj li bajarekê ye li nava kolanên Helbê jî hat lidarxistin. Li taxa Şêx Meqsûd a Xerbî li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê meş hat lidarxistin. Şêniyên bajarê Helebê bi dirûşma “Kurdistan ji bo dagirkeran goristan e”

“Îradeya gelê Kurd tucarî naşkê”             

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Hêva Bekir got: “Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wî mala Barzanî êrişî her derê dikin. li her ciha ku êrîş kirine jî binketin jiyane, li gel wê jî ji bo ku binketinên xwe nebînin carek din li ser gelê ku şopdarê felsefeya Rêber Apo ye pilanan çêdikin. Bila dewleta tirk û mala Berzanî a îxanetkar baş bizanibin ku îredeya gelê Kurd tucarî naşkê.”

“Li qadên parastinê têkoşînek dijwar tê meşandin”

Endama Koordînasyona Kongra Star Emîne Xidir jî got: “Em ji Heleb heta keleha berxwedanê lehengên gele Kurd ên berdena xwe ji bo parêzvaniya axê kirine mertal silav dikin. Şopdarên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ên ku di çiyayên azad de cihê xwe çêkirine û bi fedekariyek mezin sengerên berxwedanê mezin dikin çok li faşîzmê şikandine. Çiyayên me yên bi sedan fermandar û rêber di hembêza xwe de xwedî kirine qadên me yên parastinê ne û divê em her kes li cihê ku lêne xwedî lêderkevin.”

Emîne Xidir axiftina xwe wiha berdewam kir: “Em bang li dewletên navnetewî dikin ku lihember kiryarên faşîzane yên dewleta Tirk ên dagirker bisekinin û vî şerî dawî bikin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Ava Şîn, Zap, Metînan û hermû Başûrê Kurdistanê” bi dawî bû.