Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî tê lidarxistin
TAJÊ dê 28’ê Tebaxê bi dirûşma ‘Birêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşenga civaka demokratîk û azad’ Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî pêk bîne. Rîham Hesen got ku dê bi rênîşandan û ronahiya Jineolojiyê ronesansa jinên Êzidî pêk bînin.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Dê di 28’ê Tebaxê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ komxebata Ronesansa Jinên Êzidî li dar bixe. Di komxebatê de li ser mijarên wekî jineolojî, piştî fermanê rola jinan, xweparastin û pêşengtiya jinan a ji bo pêvajoya nû, dê semîner bên lidarxistin.
Têkildarî armanca lidarxistina komxebatê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen ji ajansa me re axivî.
Rîham Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn û destkeftiyên TAJÊ. Rîham diyar kir ku TAJÊ heta roja îro bi têkoşîna xwe tê nasîn û bi fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe birêxistin kiriye, xwedî destkeftiyên mezin e.
Bi pêşengiya jinan ber bi nûvejinê ve
Rîham Hesen destnîşan kir ku 11 sel piştî fermanê, dê Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi dirûşma ‘Birêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ bi tevlibûna bi dehan delegeyan bê lidarxistin û ev nirxandin kir: “Piştî banga Rêber Apo ya divê civaka Êzidî û jinên Êzidî ronesansa xwe pêk bînin, em ê komxebata ronesansa jinên Êzidî lidar bixin. Di 11 salan de wek jin û civak me bi têkoşîn û berxwedana xwe êrîş û lîstokên dijmin têk birin û gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin. Bi komxebatê re dê bi pêşengtiya jin civaka êzidî ber bi azadî û nûvejinê re bimeşe. Jin dikarin di pêkanîna ronesansê de rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin û dê bibin pêşengên esasî ya ronesansê.”
‘Dê ev komxebat bibe bingehek xurt’
Di berdewama axaftina xwe de Rîham Hesen bal kişand ser mijarên ku dê di komxebatê de bên nirxandin û ev tişt anîn ziman: “Di komxebatê de xalên herî esasî ferman û piştî fermanê rola jinan, dê bên destgirtin. Derbarê ronesansê de rola jinan dê çi be, li ser wê semîner dê bê dayîn. Ji hêla din ve ronesans tiştekî nû çênake, bi ronesansê re tiştên ku ji hêla mêrê serdest ve li dîrokê ser hatiye girtin, derkeve ser rûyê erdê, rastiya jin û civakê werin berbiçavkirin. Em bi hêvî ne dê ev komxebat ji pêşengiya jinên Êzidî ya ji bo ronesansê re bibe bingeheke xurt.”
‘Bi rênîşandan û ronahiya jinê em ê heqîqetê derxin holê’
Rîham Hesen îşaret bi girîngiya jineolojiyê kir û da zanîn ku ew dixwazin bi jinolojiyê re heqîqeta jinê derxin holê û wiha pê de çû: “Ciheke wek Şengalê şahidî ji gelek ferman û berxwedanan re kiriye. Bi taybetî şahidî ji berxwedana jinan re kiriye. Di dîrokê de û li her derê remza jinê heye ku mohra xwe li dîrokê daye û pêşengtî ji civakê re kiriye. Lê di roja me ya îro de ji hêla mêrê serdest ve reng û dengê jinê di dîrokê de hatiye tunekirin, nehatibe tunekirin jî sînordar maye, di siya mêr de maye û hatiye berovajîkirin. Zîhniyeta mêr azadî ku tiştê herî rewa ye ji bo her însanek û her zindiyek, wekî ku bi xwe daye nîşan dide. Em dixwazin bi rênîşandan û ronahiya jineolojiyê heqîqeta jinê ku bi hezaran salan hatiye windakirin, derxin holê.”
Banga xwedî derketina ronesansê
Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê û endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen di dawiya axaftina xwe de ev bang li hemû jinan kir: “Bang li hemû jinan bi taybetî jinên Êzidî dikim ku xwedî li ronesansê derkevin û bibin pêşenga ronesansê. Dê ronesansa jin û civaka Êzidî bibe kîlîta deriyê azadiyê. Û her wiha divê jin li her derê rola xwe ya pêşengitiyê bilîzin.”