'Komkujiya Cindirêsê hovîtiya Tirkiyeyê li ser gelan nîşan dide'

Xizmên welatiyên ku di Komkujiya Cindirêsê de jiyana xwe ji dest dan, dewleta Tirk berpirsyarê komkujiyê sûcdar kirin û gotin, "Ev sûc asta hovîtiya Tirkiyeyê ya li dijî gelê Efrînê nîşan da."

RAPERÎN BAKER

Şehba – Gelê Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê koçî Şehbayê bûn, ji dijî qetilkirina 4 welatparêzên ku li Cindirêsê ya Efrînê agirê Newrozê dadabûn meş lidar xistin. Xizmên kesên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin bi gotina “Ev sûc hovîtiya dewleta Tirk a li ser Efrînê radixe ber çavan” bang li saziyên navnetewî kirin ku bi erkê xwe rabin.

4 welatiyên ji heman malbatê yên xwestin agirê Newrozê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê pêxin, ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şarkiye yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dan. Piştî komkujiyê li Cindirêsê û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê gel komkujî şermezar kir û xwest berpirsyar bên pirsîn û dawî li dagirkeriyê bê.

'Em ê li qadan li ber xwe bidin'

Tolîn Osman ê li Kantona Şehbayê dijî ku birayên wê di komkujiya Cindirêsê de hat qetilkirin, komkujî şermezar kir û got, “Çeteyên Ehrar El-Şarkiye 4 endamên malbata me yên ku dixwestin agirê Newrozê li herêmên dagirkirî vêxin, gulebaran kirin û wan qetilkirin. Sê ji wan birayên min û yek jî biraziyê min bû.”

Biraziya welatiyên ku hatin qetilkirin Avîn Gabû jî got, “Em ê tola şehîdên xwe hilînin, em ê li kolan û qadan li ber xwe bidin heta dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji axa me bên derxistin. Vê sûcê hovîtiya Tirkiyeyê ya li dijî gelê Efrînê çiqasî nîşan dide.”

Bang li rêxistinên navneteweyî kirin

Yek ji xizmên kesên ku hatin qetilkirin Nazlî Alo jî wiha got: “Ev 5 sal in gelê Efrînê rastî pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Ji ber agirê Newrozê hat pêxistin, 4 kes ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Em ê li hemberî van sûcên li Efrînê tên kirin serî netewînin, em ê bi gelê xwe yê ku li Efrînê mane re bin heta ku Efrînê rizgar bikin û vegerin ser axa xwe.” 

Nazlî Alo bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir û got ku li Efrîna Cindirêsê jiyana gel di metirsiyê de ye û divê gel ji zilma çeteyan bê parastin.  

Olfat Hanan a beşdarî meşê bû jî bang li gelê Efrînê kir ku berxwedana xwe bidomînin û got, "Jinên li Cindirêsê dijîn, divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd wê neheqiyê qebûl neke. Li dijî plan û polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk emê bibin yek dest."