Komeleyên Tûnisî hewldanên têkbirina destkeftiyên şoreşê şermezar kirin

Komek ji rêxistin û komeleyên Tûnisê ji ber nîqaşên li ser pêşnûmeya hewldanên têkbirina destkeftiyên şoreşê şermezar kirin

Tûnis - Rêxistin û komeleyên Tûnisê girêdana xwe bi destkeftên şoreşê re bi taybetî destkeftên maf û azadiyê re pişterast kirin. Daxwaza xwe ya piştgirîkirina çarçoveya têkoşînê a ji bo parastina mafên mirovan û wekheviyê ji bo aktîvkirina pêbendbûna xwe ya ji bo domandina têkoşîna bidestxistina wekheviya edaleta civakî nû kir.
Rêxistin û komele dibînin ku her proje yan jî hewldanek ji bo guhertina madeya 88'an divê piştî bidawîhatina rewşa awarte di şeklê qanûnek bingehîn de pêk were û di warê pêşxistina destkeftiyên biryarnameyê û paşve nekişandina wan de da ku bibibin bersiv ji pîvanên azadiya rêxistinê re.