Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê: Binpêkirin di asta îşkenceyê de ne
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, serpêhatiyên rojnamegeran tomar kir û rapora binpêkirina mafan a meha Gulanê eşkere kir.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê rapora xwe ya meha Gulanê ya binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran weşand. Di meha Gulanê de dîsa rojnameger rastî gefan hatin, nûçe çêkirina wan hat asteng kirin, rastî tacîzên darazê û binçavkirinê hatin.
Li gorî raporê di meha Gulanê de 11 rojnameger hatin binçavkirin. Dîsa 11 rojnameger rastî muameleya xerab hatin. Nûçe şopandina 11 rojnamegeran hat astengkirin. Di vê mehê de derbarê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, 10 rojnameger bi hincetên cuda hatin tehdîtkirin. Dema dawiya doza 4 rojnameger dihatin darizandin de ceza hat dayîn, ji 5'ê Hezîrana 2022'an hejmara rojnamegerên li girtîgehan gihişt 60'ê. Li aliyê din li gorî raporê 8 malperên înternetê hatin girtin; gihandina 14 malperên nûçeyan jî hate astengkirin.
“Binpêkirin di asta eşkenceyê de ne”
Komeleyê di raporê de xwe wiha got:
“Mixabin li welatê me bi rêk û pêk mafên rojnamevanan û saziyên rojnamevanên têne binpêkirin. Ev binpêkirin êdî bûne êşkence ku tehemûl jê re nay kirin. Hikûmet hewl dide ku "îspat bike" ku her meh ji bo domandina vê êşkenceyê ti sînoran nas nake. Bi vî awayî, me dest pê kir bawer bikin ku planek tunekirina rojnamegeriyê ku ji rojnamegeriya yekreng jî derbas dike heye. Ger rewşek berevajî wê hebe, em li bendê ne ku xwediyên hikûmetê derkevin û wê rast bikin. Lê belê di vê mijarê de di nava rehetiyeke wisan bêhiş de ne ku tu bêhiqûqî tê jiyîn wan aciz nake, berovajî vê yekê dudilî nabin ku nêrîna pêwîst a polîtîkayên wan çêbikin.”
“Dev ji van pêkanînin xwe yên faşîzan berdin”
Di rapora ku hat diyarkirin ku meha Gulanê ji bo rojnamegeran meheke tijî binpêkirina mafan e de, wiha hat gotin: “ Di roja dawî ya mehê de rojnameger hatin binçavkirin, rastî îşkence û muameleya xerab hatin. Li Stenbolê 6 rojnamevanên dixwestin xwepêşandana salvegera çalekiya Geziyê ya nehemîn bişopînin hatin binçavkirin. Nêzîkê 10 rojnamevan jî bi gef û tundiya giran ya polîsan re rû bi rû man. Ev tundiya giran ya li dijî rojnamevanan bi gotineke raste rast suceke li dijî mirovahiyê ye, di qadê de tinekirina rojnamevanan e, tinekirina mafê gel ya gihandina nûçeyan e. Polîsên li dijî rojnamevanan van tundiyên giran pêk anîn divê di demeke zutir de bên darizandin û bên cezakirin. Em dubarê dibêjin; werin ser hişê xwe û di zûtirîn dem de dev ji van pêkanînin xwe yên faşîzan berdin.”