Komcivîna Stargehên Jinan dest pê kir
25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan, li Otela Green Parkê ya Amedê tê li dar xistin. Jinên ku Jîna Emînî û Nagihan Akarsel ên ku hatin qetilkirin bi bîr anîn, peyama têkoşîna jinan bi berxwedaneke mezin didome dan.
Navenda Nûçeyan - 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan û Navendên Şêwirmendiyê, di dÎrokên 12-14 Mijdarê de li Amedê hat dest pê kirin. Komcivîna bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosayê û Wexfa Mor Çatiyê tê lidarxistin, li gel akademîsyen, rêxistinên jinan û aktîvîsên ku cih digirn bi giştî 300 jin tevlî bûne. Di komcivînê de li ser mijarên wek malbat, tundiya zayendî, sûcên li dijî zarokan, polîtîqayên şerê taybet, gihîştina edaletê ya jin û zarokan û gelek mijarên din dê nîqaş bên kirin. Komcivîn li Otela Green Park a li navçeya Sûra Amedê tê li dar xistin. Axaftina destpêkê ya komcivînê ji aliyê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ve hat kirin.
Serhildana jinan ya Îranê slav kir
Adalet Kaya di destpêkê de li ser navê jinên kurd hemû jinên tevli komcivînê bûn slav kir û got; “Em hêvî dikin ku ev 25’emîn komcivîn têkoşîna me berfirehtir bike. Em carekedin dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’ Bi taybetî li Îranê serhildana jinan ku dest pê kiriye slav dikim. Ez beriya dest bi axaftinê bikin Jîna Amînî û Nagîhan Akarsel bi bîr tînim.
‘Bi fesihkirina Peymana Stenbolê re êrîşên xwe zêde kirin’
Adalet Kaya, di berdewamiyê de bi lêv kir ku li cihanê û welat polîtîqayên tundiyê gelek zêde bûne û wiha domand; “Bi fesihkirina Peymana Stenbolê re êrîşên xwe zêde kirin. Lê li gel van hemû êrîşan rêxistinên jinan, komele û jinên fêmînîst têkoşînek mezina didin. Li aliyekî têkoşînek tê dayîn li aliyê din jî zextên darazê polîsan jî berdewam dikin. 25’emîn Komcivîn ji bo me bû komcivînek bi tecrûbe. Bi salan e ji bo komcivînê jinên ku ked dane slav dikim.”
‘Em ê polîtîkayên tundiyê yên dewletê nîqaş bikin’
Adalet Kaya, destnîşan kir ku gelek cureyên tundiyê hene û ji ber vê yekê têkoşîna jinê jî guheriye. Adalet, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Di vê çarçoveyê de em ê têkoşîna xwe bikin yek û çawa têkoşînek hevpar pêş bixin biaxivin. Îro li vêderê jinên ciwan hene. Ji bo wan jî ji bom e jî ev komcivîn gelek qedir qîmete. Em ê îsal li ser polîtîqayên cuda yên dewletê biaxiavin. Em ê li ser ku ev polîtîqa çawa bandorê jinan dikin, desthilatdariya di nava malbatan û polîtîqayên tundiyê yên deweltê nîqaşa bikin. Ev mijar ji bo me gelek girîng in. Têkoşîna jinê bi serhildanek mezin berdewam dike. Em hêvî dikin ku mekanîzmayên azadiya civakî zêde bibin û em ji we hemûyan re spas dikin.”
Piştî axaftina Adalet Kaya, jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.
Komcivînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.