Kombûna Zenûbiya 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji kantona Tebqayê 8'ê Adarê pîroz kir û soza şopandina rêya kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, da.

Tebqa – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li yarîgeha Yekitiya Werzîşê ya navenda bajêr şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê û deste û saziyên wê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, tevgerên jinan, dayikên aştiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, şêniyên Tebqayê û koçberên kantona Efrînê amade bûn.
Di şahiyê de dayikên aştiyê gul li jinên Tebqayê belav kirin. Piştre berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş axivî û soza domandina têkoşînê û şopandina rêya kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, heta pêkanîna jiyana azad û aştiyê, dubare kir.
Hevseroka Meclisa Gelan a kantonê Suad El Reşîd jî destnîşan kir ku jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re bûne nimûne û berxwedana wan a li Bendava Tişrînê jî îradeya wan a xurt nîşan dide.Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bêrîvan Amara tevahî şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna demokrasî û azadiyê dubare kir.
Piştre koma Sakîne Cansiz, koma Munetullah El Tamê, koma Zîn Zerîn, koma Çiyayê Kurmênc û koma Yasmîn El Esker stran û govend pêşkêş kirin.Di dawiyê de koma Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek bi navê "Şoreşa gulan venamire" pêşkêş kir.