Dayîkên Aştiyê: Diyariya herî mezin a ji bo dayîkan aştî ye

Dayîkên Aştiyê, bi boneya Roja Dayîkan bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayîkan aştî ye” li gelek navendan li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Dayikên Aştiyê, bi munasebeta Roja Dayîkan li gelek navendan li pêşiya girtîgehan, daxuyaniyê dan. Dayîk bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayîkan aştî ye” li gelek navendan li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan. Gelek dayîk, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyan bûn.

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî “Mafê Hêviyê” li ber deriyê Girtîhega Amedê ya tîpa D  daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partî yên Amedê Adalet Kaya û Serhat Eren, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, hevserok, endam û nunerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Dayîkan pankarta li ser “Diyariya herî mezin ji bo dayîkan aştî ye ” vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî berxwedana dayîkan’ berz kirin. Daxuyaniyabi tirkî dayîka aştiyê Hanife Akpolat xwend. Daxuyanî piştî çepik û diruşmeyan bi dawî bû.

‘Bila gavên hiqûqî bên avêtin’

Di destpêkê de Dayîka Aştiyê Hanife Akpolat metna hevpar xwend. Hanîfe Akpolat, gavên ku Tevgera Azadiya Kurd piştî banga Abdullah Ocalan avêtine bi bîr xist, da zanîn ku dewletê li hemberî pêvajoya heyî tu gavên berbiçav neavêtin û wiha got: “Gavên herî bingehîn ên ku divê bên avêtin; pêkanîna mafê hêviyê, bidawîkirina hewildanên şewitandina înfazan û berdana girtiyên nexweş in. Bila ev gav bên avêtin da ku civak bawer bike ku dewlet aliyekî vê pêvajoyê ye. Dibêjin ‘bila dayîk negirîn’. Ev tiştên ku hûn pêk bînin dê dayîkan kêfxweş bin. Di sala 2026’an de dayîna mizgîniya ji vê komîsyonê re di destê we de ye. Em bang li Wezîrê Dadê dikin: Bila ji komîsyonê encamên baş derbikevin.”

‘Em Statuya Serokê xwe dixwazin’

Piştre Dayîka Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku Dayîkên Aştiyê 26 sal in ji bo aştiyê derî nemane ku biçinê û ev tişt gotin: “Dayîkan tu carî şer nexwestin. Îro Roja Dayîkan e. Me dixwest ku pêvajoya aştiyê ya ku Serok daye destpêkirin, bi dîtina zarokên xwe ve Dayîkên Aştiyê şa biban. Em li pey rêya zarokên xwe ne. Êdî bila hêstirên dayîkan nerijin. Dayîk dayîk e, rengê hêstirên dayîkan nîn e. Serok û dewlet bi hev re muzakere dikin, mase danîn. Lê gav nehat avêtin. Hîna jî dewlet û serokkomar dibêjin ‘Turkiyeya bêteror’. Gelo dewlet kî ye, teror kî ye? Em navê terorê qet naxwazin. Zarokên me ji bo aştiyê canê xwe dan. Cudahî nîn e, em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Heta ku têgeha ‘Turkiyeya bêteror’ neguhere, aştî nayê dabînkirin. Em ne teror in. Em Kurd in û xwedî maf in. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Em statûya Serokê xwe dixwazin.”

‘Em mafê xwe dixwazin’

Havva Kiran bal kişand ser gotinên “Bila PKK çekan xwe deyne û teslîm bibe” û wiha pê de çû: “Heke Kurd û Tirk bi hev re bijiyana, ew zarok ne dildarên çekan bûn. Em mafê xwe dixwazin, em teslîmiyetê qet naxwazin. Divê dewlet êdî dengê dayîkan bibihîze. Dengê dayîkan li cîhanê belav dibe. Çima nabihîzin? Ji bo ku baweriya me çêbibe, divê gavên aştiyê bên avêtin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, ji bo tu gelên cîhanê aramî nîn e. Em welatekî aram dixwazin ku Kurd û Tirk tê de bi hev re bijîn. Em dixwazin Serokê me azad bibe û di nav me de be.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Endamên Meclîsên Dayîkên aştiyê yên Şirnex û Mêrdînê bi diruşma ‘dayîk aştiyê dixwazin’ li ber deriyê Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta; ‘Diyariya herî mezin ji bo dayîkan aştiya mayînde ye’ hat vekirin.

‘Heya niha dewlet gavên şênber neavetiye’

Di daxuyaniyê de berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Şirnex Behiye Nayir diyar kir ku dayîkên Kurdan tu dem rojeke xweş jiyan nekiriye û wiha axivî: “Em roja dayîkên dilşewat hemûyan pîroz dikin. Dayîkên Kurdan tu dem rojeke xweş nedîtiye. Em di roja xwe de aştiyê, azadiyê û edaletê dixwazin. Vaye saleke pêvajoyek hatiye destpêkirin û heya niha dewlet gavên şênber navêje. Êdî dema azadiya gelê Kurd e, êdî dema azadiya hemû girtiyên azadiyê ye. Heya qanûn neyên amadekirin zarokên me yên serê çiyayan ê çawa vegerin nava civakê. Divê dewlet li gor vê yekê gavan biavêje.”

Dayîkên me îro bi dilekî dil şewitî vê roja pîroz pêşkêş dikin

Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn jî bal kişand ser mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Îro roja dayîkan e û em vê rojê li hemû dayîkan pîroz. Dayîkên me îro bi dilekî dil şewitî vê roja pîroz pêşkêş dikin. Bila roja dayîka bibe roja aştî, azadî û edaletê. Serokê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo aştiyê gavek mezin avêtiyê lê dewlet peywira xwe pêk naîne. Tişta ketiye ser milê Rêber û rêxistina Kurdan kiriye. Êdî dema gav avêtina dewletê ye û divê mijar di gotinê de nemîne. Mafê Serokatiyê yê hêviyê divê demildest pêk were. Ji ber ku gelê Kurd li ser bîrdoziya Rêber Apo dimeşe û azadiya wî azadiya gelê Kurd e. Wek dayîkên aştiyê em bang li dewletê dikin ku êdî ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin. Herî dawî em dibêjin heya Serokê me azad nebe em roja dayîka pîroz dikin. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azad bû wê demê em ê pîrozbahiya herî mezin bikin.”

‘Di vê pêvajoyê de yên ku herî zêde aştiyê dixwazin dayîk in

Parlementera DEM Partiya ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyan, azadiya gelê Kurd e û wiha got: “Îro roja dayîkan e û em di kesayeta dayîkên Kurd de roja hemû dayîkên cîhanê pîroz dikin. Dayîkên me bi salan e li ser goran rondikan dibarînin, bi salan e li ber deriyê girtîgehan rondikan dibarînin û bi bendewariya zarokên xwe bi êş û kul in. Li ser ev qas êş dayîkên me aştiyê dixwazin û bi salan e têkoşîna aştiyê didin. Dayîkên me kirdeyeke tekoşîna azadiyê ne, ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de yên ku herî zêde aştiyê dixwazin dayîk in. Li gel ku pêvajoyek tê meşandin jî heya niha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tiştek nehatiye kirin. Lê em baş dizanin azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyan e û azadiya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azad bibe. Êdî em dibêjin bila aştî pêk were û em bi vî awayî roja dayîkan pîroz bikin.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê bi munasebeta 10 Gulanê Roja Dayîkan ji bo ku daxwaz û bendewariyên xwe yên derbarê “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk” de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata 2025’an de hatibû destpêkirin, bi diruşma “Ji bo dayîkan diyariya herî mezin aştî ye” li ber kampusa Girtîgeha Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê, endam û nûnerên saziyên civakî, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Guh bidin bangawaziya ku di 27’ê Sibatê’

Di daxuyaniyê de ewilî endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê Hediye Kaçak axivî û got: “Em wek Dayîkên Aştiyê bi salan e aştiyê dixwazin. Dema hemû dayîkên cîhanê zarokên xwe bi kulîlkan mezin dikin, em li ber deriyên girtîgehan li benda zarokên xwe ne, zarokên me dimirin. Bila êdî deriyên zindanan vebin û zarokên me derkevin. Zarokên me mirin me got ‘aştî’, zarokên me hatin girtin me got ‘aştî’. Bila Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî dengê me bibihîzin û guh bidin bangawaziya ku di 27’ê Sibatê de hatibû kirin; bila deriyên zindanan vebin. Bila daxwaza dayîkan bê cih. Ev welat tenê bi aştiyê rizgar dibe. Mirin encamê nayîne, lê aştî encamê tîne. Tevî her tiştî em dîsa jî aştiyê dixwazin. Em sed sal in aştiyê dixwazin. Bila Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan destê aştiyê bigirin û deriyên zindanan vekin.”

‘Pêşî divê Ocalan azad bibe’

Dayîka Aştiyê Kamile Yalçinê jî bi silavkirina hemû dayîkên cîhanê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Bi sedan zarokên me di girtîgehan de ne. Zarokên me yên ku bi salan e bi nexweşiyên giran di girtîgehan de ne hene. Divê ew demildest derkevin. Ev sal û nîvek e dewa aştî û azadiyê tê kirin. Bila êdî dewlet jî gaveke bi rûmet bavêjin. Em cudahiyê naxin navbera dayîkan. Dayîkên Tirk û dayîkên Kurd ji bo me yek in.”

Kamîle Yalçinê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Abdullah Ocalan rêberê vî gelî ye. Em berî her tiştî azadiya wî û piştre ya zarokên xwe dixwazin. Heta ew azad nebe, pêvajo venaguhere aştiyê.”

Daxuyani bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Bi boneya Roja Dayîkan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yê Stenbolê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê, rêveberên DEM Partiyê ya Stenbolê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji dayîkan re diyariya herî xweşik aştî ye, bi Rêbertiya azad re hevhatin e” hate vekirin.

‘Divê zagon werin derxistin’

Ewilî Dayîka Aştiyê Sultan Bozkurt axivî diyar kir ku ew bi boneya Roja Dayîkan daxuyaniyê didin û got: “Ev salakî derbasbûya di pêvajoyê de gav nehatine avêtin, tenê aliyê Kurd gav avêtin. Li ser jinan polîtîkayên taybet tê meşandin. Jin her sal di Roja Dayîkan de li pêşiya girtîgehanin. Divê girtî werin berdan. Baweriya me ji wan tune ye. Ez bang Serokkomar dikim bila gav bê avêtin. Dema ku birêz Abdullah Ocalan hate girtin, komek gerîla ji çiyê hat lê ew hatin girtin. Dibêjin bila gerîla werin di vê rewşê de çawa werin. Divê zagon werin derxistin. Em dayîk vê dixwazin. Em dixwazin Roja Dayîkan pîroz bikin lê ne pêşiya girtîgehan.”

‘Deriya girtîgehan vebê dê Roja Dayîkan jî bê pîrozkirin’

Dayîka Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku ew dixwazin deriya girtîgehan vebe û wiha axivî: “Roja Dayîkan divê ne li pêşiya girtîgehan werê pîrozkirin. Em dixwazin wekî tevahî gelan, azad bijîn. Lê Serokê me azad nebe em jî azad nabin. Em bi Serokê xwe re azad in. Deriya girtîgehan vebe dê Roja Dayîkan jî bê pîrozkirin.”

Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.