Mamosteyên Hesekê: Ziman dîrok û hebûna gelê Kurd e

Mamosteyên zimanê Kurdî yên parêzgeha Hesekê nêzîkatiyên hikûmeta demkî yê li dijî zimanê Kurdî bi taybetî jî tabeleya ku li Koşka Dadweriyê ya Hesekê hatibû danîn, şermezar kirin.

Hesekê Bertêkên li dijî feraset û nêzîkatiyên hikûmeta demkî ya Suriyeyê her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê li tevahî qadên civakê nerazîbûn û helwestên tund li hember nêzîkatiyên hikûmeta demkî ya li dijî  zimanê Kurdî tê dayîn. Îro Mamosteyên Zimanê Kurdî  bi mitîngekê rakirina nivîsên Kurdî li ser tabeleya Koşka Dadweriyê ya Hesekê  şermezar kir.

Mamosteyan dirûşmeyên ‘Xwendina bi zimanê dayîkê mafek rewa ye’ , ‘Pêwiste zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin’, ‘Ziman nasname ye’ berz kirin. Mitîng li ber Navenda Dadweriyê ya Hesekê hat li darxistin. Piştre daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya bi Zimanê Kurdî  ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê ve hate xwendin .

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em li dijî hemû hewildanên tunekirina zimanê Kurdî ne û mafê her kesî  heye ku bi  dîrok û nasnameya xwe jiyan bike. Paşguhkirina zimanê Kurdî paşguhkirina rengîbûna civakî ya Sûriyeyê ye .

‘Zimanê Kurdî xeta Sor e’

Bûyera ku li Dadgeha Hesekê çêbû bûyerek hest û rûmeta gelê Kurd êşand. Zimanê Kurdî di nava 15 salan de bi awayekî fermî di nava civakê de hat pêşxistin. Kes nikare zimanê me tune bike lewma em dibêjin: Zimanê kurdî xeta sor a gelê kurd e. Ziman dîrok û hebûna gelê Kurd e.  Ji bo vê yekê em bang li hemû kesan dikin ku bi yekdengî li dijî van siyasetan rawestin û parastina nasnameya xwe bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bê ziman jiyan nabe’ bi dawî bû.