Kombûna Jinên Zenûbya di sala nû de dê giringiyê bide dewreyên perwerdê

Kombûna Jinên Zenûbya di yekemîn civîna xwe de tekezî li ser yekirina refên jinan ji bo pêşxistina rastiya jinê dike. Jinên tevlî civînê bûn xebatên xwe yên salê nirxandin û ji bo bernameya xwe ya sala nû jî gotin: “Di nava plansaziyên me yên ji bo berfirehkirina xebata sala 2022’an de em ê bixebitin ku bigihêjin hejmara herî zêde ya jinan. Emê vekirina akademiyên jinan bikin hedefa sereke ku bi dewreyên perwerdeyê di nava ofîs û komîteyên jinan de giringiyê bi xurtkirina wan di aliyê rewşenbîrî de bidin."

Minbic/Dêr Zor- Kombûna Jinên Zenûbya bi armanca nirxandina xebatên jinan di vê salê de, yekirina xebatên jinan û pêşxistina planên nû ji bo sala bê, yekemîn civîna xwe li bajarên Minbic û Dêra Zorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xist. Kombûna Jinên Zenûbya di 1’ê Hezîrana borî de hat avakirin, ji bo piştgirîkirina jinan û daxwaza mafê xwe gelek çalakî li dar xistiye û civîna salane ya ku 29’ê Kanûnê danê sibê dest pê kirî yekemîn komcivîna saziyêbû. 
“Yekbûna refên jinan temînata serkeftina têkoşîna jinê ye"
Di civînê de li ser navê Kombûna Jinên Zenûbya ji aliyê rêvebera meclîsê Fadîa Resûl ve axaftin hat kirin û got: "Ji bo parastina destkeftiyên şehîdên xwe û misogerkirina mafê xwe divê em têkoşîna xwe bilind bikin û mafê jinên ku tîyê azadiyê ne misoger bikin. Ev jî bi saya hevgirtin û yekitiya me ye ku di çareserkirina krîza Sûriyê û avakirina Sûriyeya pêşerojê de xwedî roleke sereke ye tê çêkirin."
“Ji bo dawîkirina şidetê têkoşîn hîn dirêj e”
Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbya li Minbicê Nesrîn El-Elî di dema nirxandina rewşa siyasî de wiha got: "Herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Ji ber hebûna hêzên serdest li herêmê ku ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe li vê derê ne hewceye em bi baldarî tevbigerin, tayîbetî em jin qîmeta nirxê şoreşa jinê bizanin û parastina xwe bi bi destê xwe bikin. Ewana li ser têkbirina projeya netewa demokratîk a ku di avakirina Sûriyeke nenavendî, demokratîk ku hemû pêkhateyan digre nav xwe de kar dike. Ji ber wê jî giringe em pergala bi pêşengiya jinê hatî avakirin bi destê ti hêzan ve bernedin.” Nesrîn bal kişand ser rola jinan a parêzvaniya nirxên şoreşê û got: "Ji bo pûçkirina van komployan divê hemû jin bibin yek.".
Nesrîn El-Elî têkildarî rewşa jinan li bajarê Minbicê jî ev nirxandin kir: "Di van salên dawî de jinan ji bo pêşdebirina têkoşîna xwe piştî rizgarkirina herêmên ji destê DAIŞ'ê karîn serkeftinên mezin bi dest bixin. Lê hîna gelek jin rastî şîdetê tên, ji ber vê yekê têkoşîn hîn dirêj e."
 “Yekîtiya hemû jinan bi vîn û ramaneke azad pêkan e”
Di çarçoveya civînê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El-Hamid ji ajansa me re axivî û got: "Bajarê Minbicê xwedî cihekî stratejîk e, lewma her tim rastî binpêkirinên dewleta Tirk tê ku ev yek jî bandoreke neyînî li civakê û jinan dike. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna yekitiya jinên Minbicê ku encax bi vîn û ramaneke azad pêkan e, rêya berxwedanê dişopînin. Lidarxistina vê civînê ji bo me serkeftinek e û ji bo jinên Minbicê jî pêngaveke bi kalîte ye. Ji roja ku Kombûna Jinên Zenûbya hatiye avakirin heta niha gelek ked û xebat li ser hatiye kirin û bi pêş ketiye ku kariye xebatên hemû jinan bike yek. Li ser pêwîstiya xweseriya aborî ya jinan a xwerêveberiyê û li ser tundiya li Minbicê weke zewaca di temenê biçûk de pirzewacî û şîdeta nav malê nîqaş hatinkirin."
"Nêrînên jinên li vêderê amade dê ji bo me jinên ciwan rênîşandar be"
Rêvebera jinên ciwan Sîdana Henûş, li gel êrîşên ku li herêmê tên kirin û di serî de hedefgirtina jinên ciwan, ev civîn ji bo jinên Minbicê weke gaveke giring nirxand û got: "Civîn bersiva binpêkirinên dewleta Tirk e. Di hemû nirxandinan de bal hat kişandina ser hedefgirtina berdewam a Tirkiyeyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girtina deriyên sînoran ji bo ku Rêveberiya Xweser bikin tengasiyê.”  
Sîdana Henûş bilêv kir ku têkoşîna jinên ciwan wê ji berê xurtir bibe û di civakê de bibe pêşeng, ji ber ku jina ciwan bingeha şoreşê ye û wiha pê de çû: "Her civînek biçûk ku ji aliyê saziyên jinan ve li Minbicê were kirin, derbeyek li dijmin e. Gelo hîn dê çawa be ku civîna salane ya kombûna  Jinên Zenûbya ku hemû jinên di nava sazî û partiyan de dixebitin, were lidarxistin. Civîn ji bo Tirkiyeyê peyamek e ku em teslîm nabin, em hê jî li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin."
“Sepandina qanûna jinan yek ji encamên herî girîng ên civînê ye”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Îptîsam Ebdulqadir jî got ku Kombûna Jinên Zenûbya referansa hemû jinên Minbicê û gundewarê wê ye ku hemû sazî û aliyên siyasî temsîl dike. Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşketinên dawî hatin nirxandin û rewşa jinan û destkeftên ku bi dest xistine tevî rewşa ku herêm tê re derbas dibe hate nirxandin. Me hemûyan ji van nirxandinan hêz girt û bi wê hêzê emê têkevin nava xebatên salê. Tekezî li ser xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna qanûneke ku jinan diparêze û mafê wan misoger dike hat kirin. Her wiha tekezî li ser pêwîstiya perwerdeyê hat kirin û avakirina mekanîzmayeke koordînasyonê di navbera hemû saziyên ku di bin sîwana rêveberiya sivîl a demokratîk û Kombûna Jinên Zenûbya de bê avakirin. Di heman demê de hat eşkerekirin ku ya herî girîng ew e xebat ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, bihêzkirina jinan di warê îdarî, siyasî û aborî de kar bê kirin. Ji bo xwegihandina hemû jinan, xebat ji bo yekirina îradeya jinan li Minbicê û weke tîmeke jinan ji bo têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinê bixebitin bê avakirin. Xebat ji bo amadekirina zemînekê ji bo pêkanîna Qanûna Jinê û xebat ji bo pêşxistina aboriya jinan bi vekirina projeyên taybet were kirin.”
“Kombûna  Jinên Zenûbya tekezî li ser pêwîstiya bi hêzkirina jinan dike”
Li Dêra Zorê li ser xebatên ku Kombûna Jinên Zenûbya ji dema damezrandina xwe heta îro hatiye pê rebûya nîqaş hat kirin. Di nîqaşan de bal hat kişandina ser astengiyên ku di dema xebatê de pêre rû bi rû mane û plan hatine çêkirin ku di qonaxa bê de wan astengiyan derbas bikin. Di heman demê de civatan mekanîzmaya pêşxistina xebatên Buroya Kombûna Jinên a Zenûbya ku li ser xurtkirina jinan di nava civakê de, çareserkirina hemû pirsgirêkên têkildarî wan û bilindkirina hişmendiyê nîqaş kirin.
Rêvebera Kombûna Jinên Zenûbya ya Dêrezorê Şehrezad El-Casim têkildarî xebatên wan ên li herêma Dêrezorê ji ajansa me re axivî û got: "Me xebatên meclîsê di nava 6 mehên destpêkirina kar hatî kirin nîqaş kir. Hat ragihandin ku dê li 4 herêman buro bên vekirin, ji bilî navenda sereke li herêma Kasra jî bê vekirin. Ofîs jî bi gelek komîteyên li herêmên cuda yên rizgarkirî ve girêdayî ne. Di nava plansaziyên me yên ji bo berfirehkirina xebata sala 2022’an de em ê bixebitin ku bigihêjin hejmara herî zêde ya jinan. Emê vekirina akademiyên jinan bikin hedefa sereke ku bi dewreyên perwerdeyê di nava ofîs û komîteyên jinan de ji bo xurtkirina wan di aliyê rewşenbîrî de."
“tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewildanên ji holê rakirina şoreşa bi pêşengiya jinê ye”
Civîn bi daxuyaniyekê hat dawîkirin û wiha têde hat gotin: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo jin ji bindestî û koletiyê rizgar bibe fedekariyek mezin kiriye. Ji destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê mirovahiyê, Tirkiye dest ji pêkanîn û binpêkirinên xwe yên li dijî Rêberê me bernedaye. Pêkanîna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, hewldana ji holê rakirina ruhê berxwedanê yê hemû gelan û di serî de jinan û ji holê rakirina projeya neteweya demokratîk a ku bi pêşengiya jinê dest pê kiriye. Li hemberî tecrîdê pêwîstiya jinan bi yekêtiyê heye da ku Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin. Em weke jin ji bo azadkirina Rêbertî ji girtîgehên dagirkeriya Tirk bi awayekî fizîkî divê bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin. Sala 2021’an bû sala destkeftî û berxwedanê, sala 2022’an jî wê bibe sala azadiya Rêbertî. Azadiya Rêbertî wê Rojhilata Navîn bike qada hêza gelan."
Di daxuyaniyê de, Kombûna Jinên Zenûbya êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên Kobanî şermezar kir û daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî yasayên navdewletî tevbigerin û li hember êrîşên Tirkiyê bê helwest nemînin. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Tirkiye ne tenê herêmên me dagir kir û mal û milkên welatiyan dizî û talan kir, êrîşên wê gihîştin kuştina gelê Sûriyeyê. Ji van êrîşan jin, mêr û zarokan ziyan dîtin." 
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civaka navneteweyî çavên xwe ji kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Sûriyeyê re girt û bang li wan kir ku bi baldarî tevbigerin û got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi awayekî cidî rabin û Tirkiyeyê li ser kiryarên wê yên berdewam ên li dijî me pêk tên pirsyar bikin û darezîne.”