Koçberên kampa Waşokanî li dijî tecrîdê meşiyan

Bi armanca şermezarkrina Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan koçberên Kampa Waşokanî meşek li dar xistin.

Hesekê – Bi sedan koçberên Kampa Waşokanî ya girêdayî Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bi ruhê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9’ê Cotmehê û xeta îxanetê têk bibin” hatibûn hilgirtin. Meşê li ber Meclisa Kampa Waşokanî des pê kir û li ber Navenda Rêvberiya Kampa Waşopkanî veguherî mitîngê.

Piştî deqeyek Rêzgirtin, Bi navê Kongra Star a Kmapa Waşokanî daxuyanî ji aliyê Endama Kongra Star a Kampa Waşokanî Îman Mihemed ve hat xwendin.

‘Projeya Netewa Demokratîk tê hedefgirtin’

Îman Mihemed têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wiha axivî: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîdek li ser mirovahiyê ye. Îro êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên yek ji planên berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Hemû tişt girêdayî hev in, dewletên navneteweyî çawa ku li hember êrîşên niha bêdeng in, di dema komploya li ser Rêber Ocalan û tecrîda ku niha tê meşandin de bêdeng bûn. Hemû jî heman siyasetê dikin û armanca wan yek e. Dixwazin bi tecrîd, êrîşî û hedefgirtina jinan projeya Neteweya Demokratîk a ku gelên li herêmê xwe li ser birêxistin dikin, têk bibin. Me xeta berxwedaniyê hilbijartiye bi ruhê felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê hemû planên qirkirinê têk bibin û bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Îmralî “ bi dawî bû.