Kobaniyên li Bendava Tişrînê: Emê aqûbeta DAIŞ’ê bînin serê dewleta Tirk
Şêniyên Bajarê Kobanê yên ku ji bo parastina ax, av û ceyrana xwe li Bendava Tişrînê nobedarî dikin, dan zanîn ku çawa li Kobanê DAIŞ’ê têk birine, ewê li Bendava Tişrînê jî dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibin.

ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8'ê Kanûna 2024'an de dest bi êrîşên li ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozakê kirin. Li hember van êrîşan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) berxwedanek dîrokî ya bi armanca parastina bendavê û gelê herêmê, meşandin. Ev êrîş heya vê kêliyê jî didomin. Domandina êrîşan wê xeterên mezin bide bi hezaran kesên li herêmê û bendav wê ber bi hilweşandinê ve here.
Ji bo ku rê li ber hilweşandina Bendavê bigirin û av, ceyran û Bendava xwe biparêzin, di 8’ê Çileya 2025’an de gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyê, berê xwe dan Bendava Tişrînê û heta îro jî nobet berdewam dike. Her care şêniyên kantonek berê xwe didin bendavê û nobeta parastinê dewr digirin. Şêniyên Bajarê Kobanê, yên tevlî berxwedanî û nobeta parastina bendavê bûne, qala berxwedaniya dirokî dikin.
‘Dewleta Tirk êrîşî kal û pîr û jin û zarokan dike’
Almaz Hiso Hiso behsa berxwedaniya li Bendava Tişrînê kir, wiha got: "Ev nêzî du meh in ku gel li ser Bendava Tişrînê nobeta parastina bendavê dikin. Dema ku gel li ser bendavê nobetê digire rastî êrîşan tê. Bi balafirên şer û balafirên xwe yên bê mirov êrîşî gelên li ser Bendavê dike. Gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî çêbûn. Gel ji bo parastina av û ceyrana xwe berê xwe dide bendavê. Ev bendav ya gelên li vê herêmê dijîn e. Ji ber wê jî ji bo parastina wê, berxwedanî dimeşînin. Dewleta tirk gelên ku diçin parastina bendavê bikin jî dike armanca erîşên xwe. Dema ku balafirên xwe yên bê mirov radike, êrîşî sivîlan dike ku di nav de kal, pîr, jin, zarok jî hene. Dema ku êrîş dike, kal, pîr û zarokan nas nake."
‘Bendav ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ye’
Almaz Hiso diyar kir ku tevahiya dinyayê li hember erîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gelê herêmê, bêdeng e. Almaz destnîşan kir ku ev jî tê wateya hevkariya wan a bi hev re û wiha pê de çû: "Ma dinya û dewletên desthilatdar nabînin van êrîşên ku li ser gel tên kirin? Dibînin, lê ji ber ku gelê Kurd in, kes deng nake. Ji bo vê jî me soz daye ku emê li ser Bendava xwe bin û dev ji bendav, av û ceyrana xwe bernedin. Heta dawiyê emê li kêleka şervanên xwe bin, emê parastina Bendav, av û ceyrana xwe bikin. Em dev ji vê Bendavê bernadin. Em her tim qenciyê ji gelê xwe re dixwazin. Bila êrîş rawestin û sivîl şehîd nekevin. Emê her tim parastina Bendavê bikin û em dibêjin ku ev Bendav ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ye. Ji bo vê divê her kes lê xwedî derkeve."
‘Dema ku em ji Kobanê derketin, di rê de rastî êrîşan hatin’
Necmê Birahîm ku di nava nobeta parastina Bendavê de amade ye jî, destnîşan kir ku her roj li ser Bendava Tişrînê êrîş heye û wiha got: “Îro zarokên me û şervanên me ji bo parastina axa xwe berxwedaniyek dîrokî dikin. Gelê herêmê jî ji bo parastina ax û ava xwe li ser bendavê dest bi nobetê kirine. Ev nêzî du meh in li ser Bendavê êrîş hene û me biryar girt ku em herin li ser Bendavê parastina av, ceyran û Bendava xwe bikin. Dema ku em ji Kobanê derketin, di rê de rastî êrîşan hatin. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bê mirov erîşî konvoyên gel dike. Ji destpêka em ji bajarê Sirînê derketin heta bendavê erîşên xwe li derdora konvoyê berdewam kir. Lê em armanca van erîşan baş dizanin ku tirsandina gel û qetilkirina gelê Kurd e. Lê çi dibe bila bibe em e ax û ava xwe biparêzin. Heta dawî ji bo parastina axa xwe emê berxwedaniyê nîşan bidin. Çawa ku me li bajarê Kobanê DAIŞ û hevakarên wî dewleta Tirk têk bir, emê îro jî erîşên wan têk bibin. Lê em dibêjin bi me dê, bav, xwişk û birayan jî bimîne, emê herin û parastina Bendavê û piştgiriya şervanên xwe bikin. Ma ne ev şervan, xwişk û birayên me ne. Ew bi xwe zarokên vî welatî ne."
‘Ewê jî mîna DAIŞ’ê têk herin’
Necmê Birahîm di dawîya axaftina xwe de da zanîn ku heta dilopêk xwîn û hêz di canê wan de hebe ewê herin parastina Bendavê bikin û wiha got: “Emê herin û piştgiriya şervanan bikin. Çawa ku dewleta Tirk beriya vê jî berê DAIŞ’ê da bajarên Kurdan û bi bin ket, wê îro jî heman tiştî bijî. Em tu car dev ji ax û welatê xwe bernadin. Em ê heta dawî li kêleka şervanên xwe bin û liberxwe bidin. Heta bendav ji xeteriyê derkeve, emê nobeta bendavê jî berdewam bikin. Ax û av ya me ye, em ê parastina wê jî bikin."