KJK: Li dijî vê felaketê em gelê xwe vedixwînin hevgirtinê

Koordînasyona KJK’ê têkildarî şewatê daxuyaniyek da û wiha hat gotin: “Em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokratîk û tevgerên ekolojîk dikin ku li dijî vê felaketa ji ber sabotajên dewletê ye, seferberiya civakî û hevgirtinê bidin destpêkirin.”

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona KJK’ê têkildarî şewata li Çinar û Şemrexê daxuyaniyek da û wiha hat gotin: “Ji ber karesata şewatê ya li Amed û Mêrdînê em gelekî diêşin. Kesên jiyana xwe ji dest dane bila rehma Xwedê li wan be, ji malbatên wan û gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin.” Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, li Kurdistanê felaketa xwezayî nîn e, felaketa dewletê ya mêtinger, qirker heye û ji bo avakirin û berxwedanê bang hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

‘Li Kurdistanê felaketa dewleta mêtinger û qirker heye’

“Dewleta Tirk a mêtinger, rejîma qirkirina polîtîk û çandî ya li ser gelê Kurd li gel qirkirina xwezayî dimeşîne. Li çiya her cure çekên qedexekirî bi kar tîne, erdnîgariya Kurdistanê bêdar dihêle, vê yekê bi rengê polîtîkayeke taybet dimeşîne, bi bendavan xisareke mayînde dide ekolojiyê, êrişên hewayî dibe ser cih û warên xelkê me yê Rojava, li qadên çandiniyê bi sabotajê şewatê derdixe, bi polîtîkaya qeyûm derfetên gelê me yên ji bo parastina ji êrişan û her cure felaketan tune dike. Divê baş bê zanîn ku li Kurdistanê felaketeke xwezayî nîn e, felaketa dewleta mêtinger û qirker heye.”

Banga avakirin û berxwedanê hat kirin

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokratîk û tevgerên ekolojîk dikin ku li hemberî vê felaketa ji ber sabotaja dewletê çêbûye, dest bi seferberiya civakî bikin, ji bo jinûve geşkirin û avakirina daristan, gund, çandinî û parastina zindiyan, piştevaniyeke mezin bikin. Li ser bingeha parastina Kurdistanê divê her kes bi ruhê avakirina civakî tevbigere. Li hemberî kiryarên qirker û êrişên dewletê yên dijminatiya li Kurdan, em bang li gelê xwe dikin ku ewlekariya xwe pêk bîne, tedbîrên xwe bigre û tevnên rêxistinî ava bikin. Li Kurdistanê li dijî felaketa dewletê ya mêtinger divê bi berxwedana topyekun û rihê avakirinê, kiryarên rejîma qirker bên rawestandin.”