Kiryarê Şûle Çet hate berdan
Kujerê Şûle Çet, Berk Akand hate berdan.
Enqere – Xwendekaran Zanîngehê Şûle Çet, ji hêla Çagatay Aksu û Berk Akand ve hatibû qetilkirin. Faîl Akand, ji sûcên “alîkarî daye sûcê kuştina biqesdî”, “êrîşa zayendî ya biwesf”, “kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “alîkarî daye sûcê jiholêrakirina delîlan” dihat darizandin û 18 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Ev ceza, ji hêla Dadgeha Bilind ve jî hatibû erêkirin. Derket holê ku faîl Akand di meha Îlonê de hatiye berdan.
Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîşê Edaletê li ser medyaya dijîtal peyamek parve kir û got: “Ji kujerên Şûle Çetê Berk Akand ku di encama têkoşîna me de 18 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, hate berdan. Em ê nehêlin kujer di nav me de bigerin! #BerkAkandTutuklansın”