Kapîtalîzmê çawa bedena mirov kir obje û pîşesaziya bedewiyê?

Di pergala kapîtalîst de, bedena mirov êdî ne tenê hebûneke biyolojîk, xwezayî û xwedî nasnameyeke taybet e, bi objekirinê veguheriye berhemeke bazirganiyê.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Ji bo fêmkirina kokên sîstema kapîtalîst û feraseta wê ya bedewiyê divê em pêşî têkiliya di navbera sîstema kapîtalîst û têgeha bedewiyê de analîz bikin. Kapîtalîzm bi xwezayî afirandina domdar a pêdiviyên nû hewce dike. Pîşesaziyek bedewiyê ya gerdûnî diafirîne ku bi milyaran dolarî ye. Li ser bingeha têkbirina baweriya bi xwe ya jinan dixebite. Sîstem ji wan re dibêje ku kêmasî bi wan re heye û hewce ye werin sererastkirin.

Piştî sala 2003’an û vebûna aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bazara cîhanê, civaka Kurd ji nişkê ve ji qonaxa hilberînê yan jî jiyana sade ber bi civakeke bi tevahî xerîdar ve çû. Ji aliyekî ve, bi kevneşopiya civakî re rûbirû ma û ji aliyê din ve, di bin zexta modernîteya kapîtalîst de ma ku tenê kesên xwedî giranî, poz, lêv û şiklê çermê wan diyarkirî ne wekî serkeftî û balkêş dibîne.

Veguherîna nasnameyê ji bo kelûpel û mekanîzmayên çavdêriyê

Bi riya medyaya dîjîtal û modelan, kapîtalîzmê hişmendiyek derewîn çêkiriye ku cudahiyên xwezayî yên mirovan ji holê radike û her kesê ber bi heman şeklî ve dibe. Amûrên sereke yên vê guhertinê reklamên televîzyonê û platformên wekî Instagram û Snapchat in. Di bin zexta dîtbarî ya domdar de, ew cureyek fikara fizîkî dijîn ku dihêle bawer bikin nebûna lêvên stûr an pozê rast rê li ber wan digre ku di civakê de werin pejirandin an jî karekî bibînin.

Ev rewş ne tenê bi dewlemendan ve sînordar e, di nava xizan û çînên navîn de jî belav bûye. Gelek jin neçar dimînin deyn bikin an jî pereyê xwe yê malbatê bikar bînin da ku emeliyata kozmetîkî bikin. Ger ew nekeve heman çerxê, zext an hestên kêmasiyê çêdibin ku tê vê wateyê ew ji îradeya xwe ya serbixwe bêpar dimîne.

Di pîşesaziya ‘bedewiyê’ de dane û îstatîstîkên heyî

Îstatîstîk û raporên ne fermî yên ji sendîkaya bijîşkî nîşan didin ku hejmara prosedurên kozmetîkî yên wekî botoks, tijîker û rînoplastî di 10 salên borî de ji sedî 300 zêdetir bûye. Bi deh milyonan dolar tenê li ser lêçûnên kozmetîkî û cerahî tên xerckirin ku piraniya wan ji bo kirîna materyalan an jî ji bo bijîjkên biyanî yên ku wekî nûnerên bazirganiyê tên anîn diçin derveyî welat.

Bijîşkên kozmetîkî piştrast dikin ku nêzî ji sedî 75’ê xerîdar û nexweşên wan jin in, bi piranî di navbera hejdeh û çil salî de ne. Nayê înkarkirin ku hinek ji van daxwazan ji bo rastkirina kêmasiyek jidayikbûnê yan qezayek e. Ev yek bûye sedem ku heta bijîkkên di beşên din de jî wekî cerrahiya giştî, ENT û oftalmolojiyê beşek ji pratîka xwe ji bo cerrahiya kozmetîkî veqetînin ji ber dahata wê ya zêde.

Li ser civakê bandorên tenduristî û derûnî

Encamên vê teslîmbûna kor a ji bo ceribandinên kapîtalîst ne tenê bûye sedema windahiyên darayî, di heman demê de ji ber nebûna çavdêriya hişk û îtxalkirina materyalên erzan û kalîteya kêm ji hêla qaçaxçiyan ve, karesatên mezin ên tenduristiyê jî çêkirine. Welatî li dijî navendên bedewiyê gilî dikin lê ji ber hêza darayî û piştgiriya xwediyan, doz pir caran tên girtin an jî bi tezmînatek biçûk bi dawî dibin.

Ji aliyê psîkolojîk ve, vê pergalê depresyon û xerîbbûnê di navbera kesan de kûrtir kiriye dema ku mirov bedena xwe wekî projeyek bênavber dibîne ku her gav hewce dike biguherîne. Di encamê de jî ew kes tu carî ji aliyê manewî ve bi xwe re lihevhatî nîn in.

Bi vî awayî, kapîtalîzm, bi alîkariya elîtên karsaziya herêmî, dikaribûye bedenê veguherîne platformeke mezin a reklam û xerckirinê ku tê de temaşekirin dibe motora sereke ya aboriyek parazît û zirardar e.