‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Li Îranê 34 girtî hatin darvekirin
Kampanyaya Sêşema na ji darvekirinê re’, di hefteya 86’emîn de didome. Kampanyayê got hefteya borî herî kêm 34 girtî hatin darve kirin û ji destpêka meha Îlonê vir ve zêdetirî 126 kes hatine darve kirin.

Navenda Nûçeyan – Beşdarên Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’, diyar kirin heta ku cezayê darvekirinê bi tevahî neyê rakirin û edaleteke rasteqîn li Îranê pêk neyê, wê tucaran dev ji têkoşîna xwe bernedin û da zanîn ji bo parastina maf û rûmeta mirovan wê dengê xwe bilindtir bikin.
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’, di hefteya 86’emîn de didome. Îro di heman demê 3’emîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ye. Ev bûyer di sala 2022’an de li Îranê serhildaneke gel da destpêkirin.
‘Rûxmê tevahî êrîşan jî berxwedan li kolanan didome’
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” daxuyaniyek belav kir. Beşdaran, di daxuyaniya xwe de hemû kesên di Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Li Îranê, destpêkirina serhildana gel bingehên hikûmeta Velayet-e Feqîh hejand. Em jina ciwan a Kurd Jîna Amînî û hemû kesên di vê serhildanê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin. Hikûmeta hovane, hewil da bi qetilkirin û girtina ciwanan xwepêşandanên bitepîsîne. Rûxmê van êrîşan jî berxwedan li kolanan didome.”
‘Hefteya borî herî kêm 34 girtî hatin darve kirin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî serhildanê, Îranê bi awayekî xurt pêkanîna cezayê darvekirinê zêde kir û di 3 salên borî de 49 jê girtiyên siyasî û 95 jê jin zêdetirî 3 hezar û 175 kesan darve kirin. Hefteya borî herî kêm 34 girtî hatin darve kirin û ji destpêka meha îlonê vir ve zêdetirî 126 kes hatine darve kirin. Ev daneyan kareseta mirovî û binpêkirinên mafên mirovan ên rojanê li Îranê tên jiyîn bi awayekî zelal eşkere dike. Em bang li civaka navneteweyî û hemû şervanên azadiyê dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî darvekirinên hovane.”
Beşdaran, di daxuyaniya xwe de Navîd Afkarî ya di sala 2020’an de hate darvekirin û jiyana xwe ji bo azadî û edaletê feda kir, bibîranîn û gotin: “Hemû fedakariyên ku di xwepêşandanên Çileya 2017 û Mijdara 2019’an de hatine kirin, îspatkiriye ku gelê Îranê dê tu carî teslîmî neheqî û zilmê nebe. Em cezayên darvekirinê yên ku bi sûcdariya ewlehiyê ji girtiyê Kurd Nasîr Bakrzade û girtiyên din hate dayîn şermezar dikin û ji çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl daxwaza dikin ku li dijî vê cezayê neheq û neqanûnî derbikevin.”
‘Emê ji bo parastina maf û rûmeta mirovan dengê xwe bilindtir bikin’
Beşdarên kampanyayê, sersaxî ji madenvanên bi rûmet û bindest ên li Parêzgeha Chiosê û ji malbata Mihemed Reşîdî ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat qetilkirin, xwestin û wiha gotin: “Em diyar kirin em ê heta ku cezayê darvekirinê bi tevahî neyê rakirin û edaleteke rasteqîn li Îranê pêk neyê, wê tucaran dev ji têkoşîna xwe bernedin û ji bo parastina maf û rûmeta mirovan wê her hefte dengê xwe bilindtir bikin.
Beşdarên Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’, îro angot 16’ê Îlonê Girtîgeha Evînê jî di nav de li gelek girtîgehan, dest bi greva birçîbûnê kirin.