Jody Williams: Fikrên we ji bo mirovahiyê bûne hêvî

Jody Williams, xelatgira Aştiyê ya Nobelê, bi nameyekê piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ragihand û bal kişand ser binpêkirina hiqûqa navneteweyî û girîngiya "mafê hêviyê".

Navenda nûçeyan – Jody Williams ku yek ji piştevanên demdirêj ên kampanya navneteweyî ya “Azadî ji Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re” ye, nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand.

Di nameyê de Jody Wîllîams ragihand ku girtina Rêberê Gelê Kurd bi demdirêjî ya li girtîgeha Îmraliyê pirsgirêkên cidî yên mafên mirovan û hiqûqî bi xwe re tîne.

Jody Williams di nameya xwe de destnîşan kir ku salên Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehê derbas kirine nabe ku tenê weke dema girtîmayînê bê nirxandin û wiha got: “Ev rewş di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovan û edaletê ve li ser mafên ku divê her kes xwediyê wan be pirsên hîn girantir bi xwe re tîne.”

‘Divê mafê were bicih anîn’

Jody William diyar kir ku cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî çêdike û anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di nava van salan de berxwedanî û biryardariya xwe parastiye. Jody Williams bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  DMME’yê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî “mafê hêviyê” be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be.

Her wiha Jody Williams destnîşan kir ku divê edalet wesfa xwe ya mirovî biparêze û got: “Divê îhtîmala mirov rojekê jinûve li civakê vegere ji holê neyê rakirin.”

Divê mercên pêwîst ji Rêber Abdullah Ocalan re werin afirandin’

Jody Williams ragihand ku tecrûbe, perspektîf û pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê pêşvebirina guherîna civakî ve xwedî roleke girîng e û wiha vegot di dma şer û parçebûnê de diyalog nebe nabe.

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê bang kir ku mercên pêwîst ji bo Rêber Abdullah Ocalan bêne afirandin da ku karibe tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bike ku armanc jê avakirina civakên demokratîk e.

Jody Williams anî ziman ku hêza sîstema edaletê ne tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi dilsoziya bi rêgezên edalet, mirovî û hevsengiyê tê pîvandin û destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan yên li ser demokrasî, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriyên aştiyane ji bo gelek mirovan bû hêvî.

“Birêz Ocalan,

Ez bi hestên xwe yên piştevaniyê û bi têgihiştina ku rewşa hûn niha tê de ne fikarên hiqûqî û mafên mirovan ên cidî bi xwe re tîne, ji we re dinirxînim. Salên dûr û dirêj ên ku we li girtîgehê derbas kirin, ne tenê ji aliyê dema ragirtinê ve, her wiha di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovî û edaletê ve, di mijara mafên mirovan a ku her kes divê xwediyê wê be pirsên kûr bi xwe re tîne.

Cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî dike. Lê belê ewqas salan we li ber xwe dan û biryardariya xwe bi dewamî nîşan dan. Ev berxwedêrî nîşaneya rûmet û baweriyeke xurt e.

Doza we divê di çarçoveya rêgezên mafên mirovan ên bingehîn ve bê nirxandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî 'mafê hêviyê' be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be. Edalet divê mirovî bimîne û girtîgeh deriyê xwe ti carî li vegera rojekê ya li civakê bi temamî negire.

Her wiha bawer dikim ku tecrûbeya we, nêrîna we û lîderiya we -hem ji bo niha hem jî paşerojê- di pêşvebirina guherîna civakî ya bi wate de xwedî roleke girîng e. Di şer û parçebûnê de diyalog her tim şert e. Divê ew şert û merc bêne afirandin ku hûn karibin tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bikin ku armanc avakirina civakên demokratîk e.

Hêvîdar im ev rêgez wê di doza we de cidî bê dîtin. Sîstema edaletê hêza xwe tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi demê re bi edalet, mirovî û hevsengiyê ispat dike. Fikrên we yên li ser demokrasiyê, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriya aştiyane hêvî da û gelek mirov bêhtir teşwîq kir ku beşdarî nava jiyana cemaweriyê bibe. Rewşa we li derveyî dîwarên girtîgehê deng vedide û girîngiya serweriya hiqûqê û mafên mirovan bi bîra mirovan dixe.

Par nêzî 90 zanyarên ku Xelata Nobelê wergirtine, ji bo piştgiriyê bide hewldanên we yên ji bo aştiyê û daxwaza bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ji bo rewşa we bike, name ji saziyên Ewropayê re nivîsandin. Hêvîdar im paşeroja we, wê bi edalet, rûmet û firsendên nûbûyî ava bibe.

Li gel hurmeta xwe,
Jody Williams
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê”