Xalîse Omer: Yên ku êrîşî me kirin DAÎŞ'î bûn
Xalîse Omer a ku ji Serêkaniyê koçber bûye û di nava karwana ewil de berê xwe dabû Serêkaniyê û rastî êrişên komên çekdar hatibû, qala wê rojê dike. Xalîse dibêje: “Ew DAIŞ’î bûn. Ev hovîtiya ku me dît, tu kes ji bilî DAIŞ’ê nikare wiha bike.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî heft salên koçberiyê, di 10’ê Tebaxa 2026’an de yekem karwan ji bo vegerandina koçberên Serêkaniyê ber bi bajarê dagirkirî ve çû. Di vê karwanê de 410 malbat hebûn. Lê piştî ku karwan gihîşt bajarê Serêkaniyê, malbat rastî êrîşa komên çekdar hatin. Ev bûyer ne tenê ji bo malbatên ku piştî salên dirêj ên koçberiyê vegeriyan şokek mezin bû, di heman demê de der barê şertên vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê de gelek pirs derxistin holê.
Vegerandina koçberan ji bo herêmên wan yek ji mijarên girîng ên Peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Şamê de bû. Lê êrîşa li ser yekem karwanê Serêkaniyê nîşan da ku ji bo vegera malbatên Serêkaniyê hê jî pirsgirêkên ewlehiyê hene.
Piştî êrîşa li ser karwanê yekem, Komîteya Koçberên Serekaniyê daxuyaniyek weşand û der barê vegera ewle ya koçberan de daxwazên xwe ragihand.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li ser êrîşên li dijî karwanê yekem lêkolînek serbixwe, zelal were destpêkirin. Her wiha hemû hûrgiliyên bûyerê bên eşkerekirin û berpirsiyariyên aliyên têkildar bi awayekî zelal bên diyarkirin.
Komîteyê di vê çarçoveyê de ji hikûmeta Şamê, tîma serokatiyê û aliyên ewlehiyê yên têkildar xwest berpirsiyariya xwe bi awayekî zelal diyar bikin û rastiya tiştê ku di dema vegera malbatan de qewimiye bê eşkerekirin.
Daxwaza rawestandina guhertina demografîk
Komîteyê her wiha daxwaz kir ku gavên cidî û berbiçav bên avêtin da ku dawî li vê rewşê were û hemû pratîkên ku armanc dikin pêkhateya demografîk a herêmê biguherînin bên rawestandin.
Her wiha daxwaza garantîkirina mafên niştecihên resen ên Serekaniyê ji bo vegerin mal û milkên xwe û di herêmên xwe yên resen de bi ewlehî bijîn hat kirin.
Xalîse Omer jî ji niştecihên resen ên Serêkaniyê ye, dibêje ku ji sala 2019’an ve ji bajarê xwe koçber bûye û piştî heft salan careke din bi hêviyên mezin ber bi mala xwe ve çûye.
Xalîse dibêje ku ew bi eslê xwe Kurd e lê ji ber di nava civakeke Ereb de jiyaye, zimanê wê yê Kurdî qels e. Li gorî wê, her çend salên koçberiyê dijwar û bi êş bûn jî roj hat derfeta vegerê çêbû, vê yekê jî bûye sedem ku malbat bi hestên kêfxweşiyê ber bi bajarê xwe ve bikevin rê. Xalîse û malbata wê di nava karwana yekemîn ê Serêkaniyê de cihê xwe girtin lê careke din ji ber rewşa ewlehiyê neçar bûn vegerin bajarê Hesekê.
‘Em bi kêfxweşî ketin bajarê xwe’
Xalîse diyar dike ku dema karwan gihîştiye Serêkaniyê, malbat bi kêfxweşî û hesteke germ derbas bûne û got: “Em bi kêfxweşî ketin bajarê xwe. Bajarê ku me hemû jiyana xwe lê derbas kiribû, piştî van salan careke din me dît lê, ev kêfxweşî demek dirêj nedomiya. Dema ku karwan gihîşt bajar rastî êrîşa komên çekdar hat. Çekdaran karwan rawestand û derdora wan girtin.”
‘Bi dar, kêr û amûrên din êrîşî me kirin’
Li gorî gotina Xalîse, piştî ku wesayîd rawestiyan, êrîşkaran bi dar, kêr û amûrên din êrîşî wesayîdê kirine û wiha berdewam kir: “Dema ku em gihîştin Serêkaniyê, komeke çekdar êrîş birin ser wesayîda me. Ew kes bi rî û porê dirêj bûn û kêr, dar û çek li cem wan hebûn. Wan gule berdan tekerên wesayîda me, piştî wê êrîşî wesayîdê kirin, wesayîdê şikandin û ciwanên ku di hundirê wê de bûn derxistin derve, bi awayekî hovane li wan dan. Ew DAIŞ’î bûn. Ev hovîtiya ku me dît, tu kes ji bilî DAIŞ nikare wiha bike. Ew bi zimanê Iraqî û Dêrezorî diaxivîn.”
Xalîse wiha behsa kêliyên êrîşê kir: “Ez, hevjînê min û zarokên min di beşa dawiyê ya wesayîdê de bûn. Rewş pir dijwar û tirsnak bû. Lê du kes ji niştecihên Serêkaniyê hatin û deriyê wesayîdê ji bo me vekirin da ku em birevin. Em ber bi mala yek ji malbatên Serêkaniyê ve çûn. Malbatê me pêşwazî kir û em li mala xwe bi cih kirin. Piştî 10 deqeyan hêzên ewlekariya giştî gihîştin cem me û me birin cihekî ewle.”
Ewlekariya giştî wan heta sibehê parast
Xalîse diyar kir ku hêzên ewlekariya giştî piştî gihîşt wan, rewşa wan kontrol kirine û ji wan xwestine bi şev dernekevin, ji ber ku rê hatibûn girtin û rewş hê jî xeter bû û got: “Sibehê, em xistin wesayîdê û li dû me wesayîdeke ewlehiyê di pêşiya me de çû heya gihîşt benda Kontrolê ya hevpar û em radestî hêzên ewlekariya hundirîn kirin. Wê demê em rehet bûn û vegeriyan Hesekê.”
‘Hikûmeta demkî nikare ewlehiyê bi temamî kontrol bike’
Xalîse dibêje ku piştî vê bûyerê, wê fam kirine ku ewlehiya sivîlan nikare tenê bi gotinan bê kirin divê mekanîzmayeke zelal û pratîkî hebe ku ji destpêka tevgera karwan ve heta gihîştina bajarê wan ewlehiya wan misoger bike û wiha domand: “Piştî vê bûyerê zelal bû ku hikûmeta demkî nikare ewlehiyê bi temamî kontrol bike.”
‘Hêza ewlekariya hundirîn nekeve bajar em naçin’
Xalîse diyar kir ku divê beriya malbat careke din ber bi Serêkaniyê ve biçin, komên çekdar ji bajar derkevin û ewlehiya sivîlan bê garantîkirin. Ji ber ku pirsgirêka sereke ji bo tevahî koçberan pirsgirêka ewlehiyê ye û got: “Em dixwazin vegerin bajarê xwe. Divê komên çekdar ji bajar derbikevin û ew kesên ku malên me dagir kirine werin derxistin. Divê Asayîş berî me bikeve bajêr. Em bawer dikin ku heke Asayîş û hêzên ewlehiyê giştî bi hev re li bajar hebin, tu kes nikare bi hêsanî gefê li malbatên vedigerin bixwe. Lewma baweriya me bi hêza me ya hundirîn heye û em dixwazin bi me re bin.”
‘Em mafê vegerê dixwazin’
Xalîse Omer di dawiya gotinên xwe de diyar dike ku salên koçberiyê nekarîbûne daxwaza vegera wan tune bikin û got: “Em mafê vegerê dixwazin. Em dixwazin ewlehî li bajarê me bê dabînkirin û em vegerin. Em mal û milkên xwe ji kesê re nahêlin. Armanca wan bi êrîşên li ser me ew e ku em dev ji mafê xwe yê vegerê berdin.”