Jiyana Mehbube Şebanî di xeteriyê de ye

Aktîvîst Mehbube Şebanî ku di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin metirsiya cezayê dervekirinê li ser were birîn heye.

Navenda Nûçeyan – Zext û binpêkirinên rejîma Îranê yên li dijî jinan dewam dikin. Hat zanîn ku jina çalakvan a bi navê Mehbube Şebanî ya di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin, metirsî heye ku cezayê darvekirinê lê were birîn.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, çalakvan Mehbûbe Şebanî ya 30 salî ku yek ji wan kesên par di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirine, bi tometên ‘serhildan û çekdarîkirinê’ tê tawanbarkirin û metirsiya ku cezayê darvekirinê lê were birîn heye.

Mehbube Şebanî di meha Sibatê de li Qada Azadî ya bajarê Meşhedê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Niha li girtîgeha Wekîlabad ya Meşhedê de tê ragirtin.