JINNEWS: Di Îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku JINNEWS her meh kom dike, di meha îlonê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e. 

Kiryar yên herî nêz e

Kiryarên jinên hatin qetilkirin dîsa yên herî nêzî wan bûn. 7 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî ne, 5 jin ji aliyê mêrên ku jê veqetiyaye, 5 jin ji aliyê mêrê ku di pêvajoya berdanê de bûn, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji hêla cîranê xwe ve, kiryarên 4 jinan jî nehatin tespîtkirin, 4 jin ji aliyê mêrê ku pê re dijiyayî ve, jinek ji aliyê zarokê xwe ve û jinek jî ji aliyê xizmê xwe ve hat qetilkirin. 

Qetilkirina jinan herî zêde li Stenbolê bû

Li Semsûrê 2, li Kayseriyê 1, li Konyayê 2, li Enqereyê 1, li Aksarayê 1, li Meletî 1, li Afyonê 1, li Hatayê 2, li Kocaeliyê 1, li Stenbolê 4, li Qersê 1, li Samsunê 1, li Mêrsînê 1, li Dîlokê 1, li Aydinê 2, li Sakaryayê 1, li Amedê 1, li Îzmîrê 2, li Karabûkê 1, li Antalyayê 1, li Mereşê jinek û li Manîsayê jî jinek hatin qetilkirin.