Bi riya dîmenan komkujiyên li Xezayê belge dike

Emel Hebîb a li Zîvala Xezayê dijî û hûrgiliyên jiyana xwe bi riya dîmen belge dike got: "Bi riya dîmenan dixwazim rastiya şer û gelê Xezayê ku ji vê hovîtiyê bandor bûne nîşanî cîhanê didim."

REFÎF ISLAM

Xeza – Êrîşên Îsraîlê li ser Zivala Xezayê bê navber didome. Di nav şer de yên ku herî zêde bandor dibin jin û zarok in. Jinên Xezayî barê jiyanê hemû girtine ser xwe. Emel Hebîb a li Zîvala Xezayê dijî bi riya dîmenên li ser dîjîtal medyayê komkujiyên Îsraîlê êen li ser gel belav dike.

Emel Hebîn di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ez û zarokên xwe me hovîtiya di dîrokê de kêm dîtin jiyan kiriye. Ji ber wê min erka xwe dît ez van hûrgiliyan belge bikim. Gotin têrê nakin. Belgekirina dîmenê jineke dimeşe û nizane bi ku derê de diçe û zaroka xwe li pey xwe dibe ji gotinan zelaltir e."

Emel Hebîb diyar kir ku ew beriya şêrê li Xezayê rojnamegerî kiriye lê ji ber dorpêç û şerê dijwar dest ji kar berdaye û wiha gotinê xwe berdevam kir: "Yekem dîmena min belav kir jî ji bo lawê min bû. dema min betariya berguhka wî di bin kavilên mala xwe li taxa Şucaiye de dît. Piştî 4 mehên şer ji bo cara yekê lawê min dikarîbû bibihîze. Ev dîmen bi milyonan kesan lê temaşe kir. Min xwest balê bikşînim ser zarokên xwedî pêdiviyên taybet û bi taybet zarokên nabihîzin."

'Ez ê li ser xaka xwe bimrim'

Emel Hebîb axaftina xwe wiha domand: "Min hin jin dîtin şerê sala 1948'an jiyan kirine û ji min re teqez kirin ku şerê niha rû dide yê herî zehmet e. Ji ber wê demê ew birçî nedibûn. Bi dehê caran koçber nedibûn. Malê wan bi ser serê wan de nedihatin bombebarankirin. Moşek li orta konên wan nedixistin. Windabûna her roj niha jiyan dikin tune bû. Hemû nûçeyên koçberiyê yên tên weşandin dê ti guhertinan bi xwe re neynin ji ber mirin li pey xelkên Xezayê ye, li herêmê Israîlê idîa dike ewle ne jî mirin heye. Ez ê li ser xaka xwe bimirim."

'Îsraîl hemû malbatan ji hev qut kir'

Emel Hebîb di dewama axaftina xwe de diyar kir ku koçberkirina malbatan di navbera bakur û başûr de dozeke bingehîn e wê di hin dîmenên xwe de bal kişandiye ser ji ber gelek dayik hene keçên xwe ji beriya salekê ve nedîtine û gelek zarok nema ferdên malbata xwe nas dikin tenê bi riya wêneyan wan dibînin ji ber wan bi darê zorê bi hêza çekan hêzên Israîlê wan ji hev qut kirine.

Dîmenên Emel Hebîb gelek deng vedidin û li gelek welatan tên temaşekirin bi taybet ji ber nameyên jinan dighîne û bang li jinên cîhanê kir ku piştgiriya wê bikin û her dem hewil bidin mafê xelkên Filistînê vegerînin.