Jinên zanîngehê serî natewînin dadikevin kolanan

Li Tirkiyê ji 19’ê Adarê heta niha jin dadikevin kolanan û daxwazên xwe diqîrin. Jinên zanîngehê diyar dikin ku bi gotinên wekî ‘Sala Malbatê’ tê xwestin ku azadiya wan ji destê wan bê girtin. Jin peyamên xwe li kuçeyan didin.

SERPÎL SAVUMLU

Stenbol – Desthilatiya AKP’ê ji destpêkê heta niha jinan kiriye hedefa xwe. Di her derfetê de ji jiyana jinan heta dengê kenê wan, ji mafên wan ên hatine bidestxistin heta yasayên wan her tiştî dike hedefa xwe. Sala 2025’an jî wek ‘Sala Malbatê’ îlan kir. Barê qeyrana aboriya li welêt kûr bûye, bi awayê herî giran ji aliyê jinan ve tê hilgirtin. Otorîtebûna gav bi gav nêzîk dibe û zextên di encama wê de derdikevin holê jî, dîsa dibe barek li ser pişta jinan.

Desthilatiyê bi navê ‘Sala Malbatê’, rêya çareserkirina ji qeyrana aborî, da ser pişta jinan. Her wiha mercên giran ên karê bê ewlehî, mehaneyên hindik li jinan ferz dike. Di van mercên kedxwariyê de tiştê ku jinan layîq dibînin jî, dîlbûna di malê de û ketina nav çar dîwaran e. Malên ku ji bo jinan wek cîhên ‘herî bi ewle’ tên pênasekirin jî, vediguherîne qadên ku komkujiyên jinan lê çêdibin. Jin di ‘Sala Malbatê’ de li malên xwe, kuçeyan, kargehên xwe, ji aliyê mêrên ku herî nêzî wan in ve tên qetilkirin.  Di vê dema ku tê diyarkirin komkujiyên jinan zêde bûne de, zêdebûna mirinên jinan ên bi guman jî, mirov dike nav fikaran.

Ji bo pêşerojek nediyar lêgerîna çareseriyê

Di nav tevahiya vê tabloyê de rewşa jinên diçin zanîngehê jî qet nebaş e. Ji ber qeyrana aborî xwendekar xizaniyek kûr dijîn. Di karên danek de ji neçarî bê misogerî dixebitin. Yên din jî li yurdan dimînin, lê dîsa jî rastî binpêkirinan tên. Di asansorên yurdan de asê dibin û dimirin, navên wan di lîsteyên miriyan de cîh digirin, rastî gef û destdirêjiyên mêrên ku dikevin hundirê yurdê, tên. Jinên zanîngehê dibin hedefa tundî, destdirêjî û komkujiyan. Jinên zanîngehê, di nav pêşerojek nediyar de li rêyeke çareseriyê digerin.

Bi qeyûmên tînin serê Şaredariyan, jinan dikin hedef

Di pêvajoya ku bi binçavkirin û girtina Ekrem Îmamoglu bi encam bû de jin vê rewşê mîna perçeyek polîtîkaya ku li hember vîna gel tê domandin dibînin. Jinan di têkoşîna li hember desteserkirina mafan de li pêşiya mêran cîhê xwe girtin. Berê jî di protestokirina qeyûman de dîsa jinan di refên pêş de cîhê xwe girtibûn. Ji ber ku jin, vê rewşê wek destwerdanek li hember mafên xwe yên bijartin û bijariyê dibînin. Di heman demê de diyar dikin ku bi destê şaredariyan derfetên wekî navendên piştevaniyê, stargeh, kreş û derfetên xwedîkarbûnê bidest xistine, lê niha ev hemû bûne hedefa desthilatiyê.  Qeyûm çawa dest bi kar dikin destpêkê saziyên jinan digirin. Ev jî ne rasthatinek e, rastiyek e.

Hema piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an, di Hezîrana 2024’an de qeyûmê destpêkê avêtin ser Şaredariya DEM Partiyî ya Colemêrgê. Bi pêvajoya ku bi Şaredariya Colemêrgê destpê kir û herî dawî bi Şaredariya Şîşliyê re berdewam kir de bi tevahî 13 şaredarî rastî qeyûm hatin.

Sala Malbatê ji bo jinan peyamek e

Di refên herî pêş ên çalakiyên di demên dawî de li zanîngehan çêbûn de dîsa jinên zanîngehî hebûn. Ji Pîresêrên Kampusê (Kampüs Cadıları) Seçil Murtazaoğlu bertekên jinan ên li hember van bûyeran û daxwazên jinan ji me re nirxand. Hê ev gotar nehat weşandin, bi ser mala wê de gitin û ew girtin binçav.

Seçil Murtazaoğlu, di destpêka axaftina xwe de balkişand ser îsal û destnîşan kir ku sala 2025’an bi taybetî wek ‘Sala Malbatê’ hatiye îlankirin. Seçil anî ziman ku ev sal dibe salek ku di bin navê sala malbatê de polîtîkayên çewsandinê herî zêde  tên pêşxistin. Seçil da zanîn ku bi sala malbatê bi taybetî peyamê didin jinên ciwan. Seçil diyar kir ku ji jinan re dibêjin di şûna perwerdê de bizewicin, zarok çêkin û hewl didin ku civak jî bi vî awayî bê dîzaynkirin. Seçil ragihand ku jin li hember pergala ku tê xwestin bi ‘Malbata Salê’ re bê avakirin, daketine kolanan.

‘Têkoşîn dê bidome’

Seçil diyar kir ku betalkirina dîplomeya Ekrem Îmamoglu re, fikarên xwendekarên jin ên derbarê pêşerojê de zêde bûne. Seçil got ku “Em li qonaxek wisa ne ku desthilatiya AKP-MHP’ê dibêje ‘dilê me çi bixwaze emê bikin!’ û ev polîtîkaya wan gihîştiye asûmanan.” Seçil anî ziman ku ji bo jinên zanîngehî yên jixwe di nav şertên dijwar de perwerdehiya xwe didomînin, îro ev ji pirsgirêka dîplomayê wêdetir bûye. Seçil diyar kir ku xwendekarên jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne û destnîşan kir ku stendina dîplomayê jî, jiyana jinan misoger nake. Seçil anî ziman ku jin her roj di nav tundî, nediyariyê de dijîn. Seçil da zanîn ku têkoşîna wan dê di her qadê de bi civîn, çalakî û foruman berdewam bike.

‘Dixwazin faşîzmê xurt bikin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perihan Koca rewşa heyî bi kurtasî bi hevoka “Rojeva herêmê bi pratîkên darbeya faşîst gur dikin û hewl didin faşîzmê xurt bikin” anî ziman û wiha got: “Pêvajoya bi qeyûman, bi operasyonên kemîn, bi girtinan, bi dosyayên lêpirsînên komkirî yên derbarê hezaran kesan de, pêvajoya faşîstbûnê hat pêşxistin. Ev pêvajo bi operasyona 19’ê Adarê re derbe berda nav kolanan û bi doza kemînê ya li hember Ekrem Îmamoglu û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, ketin qonaxek nû. Ji 19’ê Adarê vir ve li çar aliyê dinyayê di serî de ciwanên zanîngehan, gel daketiye kolanan. Em dibînin ku ji 7 salî heta 70 salî pirsgirêkên bi salan e kom bûne, êdî gihîştine asta teqînê. Xwendekaran biryara boykotê girtin. Jin dibêjin ku çavkaniya pirsgirêkên kom bûne mêr bi xwe ne û wek têkoşîneke jiyanê ber bi qadan ve diherikin. Em dibînin ku slogana greva giştî berxwedana giştî li qadan bilind dibe.”

‘Hemû derfetan li hember gel bikar tînin’

Perîhan anî ziman ku li hember bangên rewa û demokratîk desthilatî hemû derfetên xwe li hember gel bikar tîne, bi qedexekirina çalakiyan û tundiya polîsan êrîşî gel dike û wiha got: “Dewlet tundiya xwe li ser gel dimeşîne. Desthilatiya ku her diçe rewabûna xwe wenda dike û ber bi qonaxek ne rewa ve dikşe, hewl dide bi tundiya dewletê li ser piyan bimîne. Bi fermana ku ji qesrê tê dayîn, mirovan dikin hedef, hewl didin wan bikujin û li hember gel karûbarên çeteyî tên domandin.”

‘Divê em têbikoşin’

Perihan Koca destnîşan kir ku di nav vê tabloyê de bi destê darazê operasyonên binçavkirin û girtinê pêl bi pêl berfireh dikin. Perihan Koca, axaftina xwe wiha domand: “Beramberî vêya, vîneke gel heye ku bêdeng namîne, natirse, serî natewîne û li hember vê tarîtiya kor bi raperîna xwe hêviyê ronî dike. Jin dizanin ku em li ser bingeha bêmisogeriyê liberxwe nedin, ewê tarîtiyek çawa derkeve holê û ev dê ji jinan re çi bîne. Di çalakiyên li kuçeyan ku bi xwe derketin holê de, li hinek qonaxan emê mafên rewa û jiyanî yên jinan biparêzin. Ji bo ku sloganên ji pratîkên wan ên bi salan belav bûne bibin daxwazên girseya giştî ya jinan, divê em têbikoşin. Divê em ji bo ku hişmendiya bi xwe derket kolanan veguhere hişmendiyek ku mafên jinan misoger bike, têbikoşin.”

‘Li hember faşîzmê emê bendava gel ava bikin’

Perihan Koca got ku “Dê gelek argumanên reaksîyonî ji me re bên pêşkêş kirin, di van protestoyên kolanan de wê li dijî me argumanên nijadperest, neteweperest an jî serdestiyên mêr bên bikaranîn” û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Pêwîst e ku em van hewldanan veguherînin, serkeftinann bidest bixin, di nav tevgerên girseyî de mewziyan bidest bixin  û tevbigerin. Bi tevgerek hemwelatîbûnê ku jin dê bibin kird, gel bibe kirde, em li hember faşîzmê wek hêzeke gel bendava gel ava bikin.”