Jinên Xezayê yên di nav şer de ne li dijî penceşêrê têdikoşin

Jinên li Zîvala Xezayê yên bi penceşêra pêsîrê re têdikoşin di nav şer de zehmetiyên du qat dijîn. Bandora şer û astengkirina alîkariyên tendirûstiyê rê li ber xeteriya mirinê vedike.

NEXEM KERACA

Xeza – Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Zîvala Xezayê didome. Di vê şerê ku bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest dane û bi birîndar bûne de kêleka êrişan gel bi nexweşiyê re jî têdikoşe. Taybet bi sedan jin bi nexweşiya penceşêra pêsîrê re ketinê û ji ber lewaziya dermankirinê bi mirinê re rû bi rû ne.

Nexweşên penceşêrê li Zîvala Xezayê ji beriya çend salan jî gelek zehmetî di dermankirinê de didîtin ji ber hêzên Îsraîlê dorpêçeke giran li ser wan ferz dike. Di encam de derman peyda nabin û alavên tenduristiyê tune ne. Di rewşa xirab ya niha de jî hemû cîhên tendirûstiyê hatine hedef girtin û ji xizmetê derketine.

‘Êriş hişt ku bi sedan jinên bi penceşêra pêsîrê neyên dermankirin’

Bijîşk Ruqeye Saq Ellah got: "Rewşa tenduristî li Zîvala Xezayê gelekî xirab e. karînên me tune ne ji ber derman gelekî kêm e û hin caran jî em nikarin alîkariya sereke ji nexweşan re çêkin. Gelek nexweşxane û xalên tibî rastî bombebarana yekser hatin ji ber wê bijîşkên li Xezayê di rewşên gelekî xirab de kar bikin. Li gorî raporên xwecihî jî komeleya Dar El Şîfaa jî hatiye hedefgirtin. Ji xwe ew nexweşxaneya herî mezin li Xezayê bû. Di encam de zirarên gelekî mezin di beşên wî yên cuda de çêbûn. Vê rewşê hişt bi sedan jin bi penceşêra pêsîrê bê dermankirin bimînin."

‘Bi sedan jin di metirsiyê de ne’

Ruqeye Saq Ellah di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li kêleka zehmetiyên tenduristiyê yên jinên bi penceşêrê rastî zextên derûnî jî tên û wiha domand: “Ji ber êriş berdewam dikin û tirseke ji bombebaranê heye, zexta derûnî rewşa nexweşan girantir dike. Beriya şer li Zîvala Xezayê rû bide jî derman kêm bû lê bi hedefgirtina nexweşxaneyan û xalên tenduristî rewş hîn xirabtir bû. Dermanên penceşêrê mîna yên kîmyewî û genetîk gelekî kêm bûne û bi sedan jin niha di metirsiyê de ne." Ruqeye Saq Ellah destnîşan kir ku ger alavên tenduristiyê jî bên peydakirin jin nikarin berê xwe bidin wir ji ber rewşa ewlehiyê qet ne baş e û rê her dem tên hedefgirtin.

‘Jinên Xezayê tevî hemû zehmetiyan li berxwe didin’

Ruqye Saq Ellah di dawiya axaftina xwe de got ku rûxmê hemû zehmetiyan jinên Xezayê li berxwe didin û wiha pê de çû: "Tevî hemû zehmetiyan jî jinên li Xezayê li ber xwe didin. Gelek însîyatîfên ferdî û civakî biçûk hene armanc dikin piştgiriya derûnî û civakî bidin nexweşan. Hin jin jî di grûpên biçûk de di hundirê malan de dicivin ji bo piştgiriya derûnî bidin hev û êşan derbas bikin."

Ruqeye Saq Ellah bi keda xwe ya kesayetî çalakiyeke hişyariyê di mehekê de destpê kir. Çalakiya wê der barê girîngiya naskirina zû ya penceşêra pêsîrê û hişyarkirina ji metirsiyên wê ye.