Jinên Reqa: Sûcên li dijî jinên Suweyda ji komkujiya Êzidiyan ne qût e

Jinên Reqayê bi boneya Fermana 74’an li dijî civaka Êzidî û sûcên li dijî jinên li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê çalakî kirin. Jinan gotin ku sûcên li dijî jinên Suweyda ji komkujiya Êzidiyan ne qût e.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Yekîtiya Jinên Zenûbiya li kantona Reqa ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya 11’yemîn salvegera Fermana 74’an a DAIŞ ya di 3’ê Tebaxê de li dijî civaka Êzidî pêkanî merasîmek a bîranînê li darxist.

Merasîma bîranînê li stadyoma şaredariyê ku di dema di kontrola DAIŞ’ê de bû jinên Êzidî li wir hatibûn îşkencekirin hate li darxistin.

Jinên beşdarî merasîmê bûne pankartên ku li ser ‘Em berxwedana jinên li Suweyda silav dikin’, ‘Em dixwazin aqûbeta jinên hatin revandin ronî bibe’, ‘Bila binpêkirinên li dijî jinan bê sekinandin’, ‘Em berxwedana Şengalê silav dikin’ dinivise rakirin. 

Ev çalakî  di çarçoveya bernameya kampanyaya Meclîsa Yekîtiya Jinên Zenûbiya ku di 31’ê Tîrmehê de bi dirûşemeya ‘Ji Binpêkirinên li dijî jinan, bi taybet jinên Suweyda re na’ dabûn destpêkirin de hate li darxistin.

‘Em nikarin bêdeng bin’

Di daxuyaniya ku Meclîsa Yekîtiya Jinên Zenûbiya weşandî de komkujiya Şengalê hate bîranîn û wiha hate gotin: “Em komkujiya beriya bi salan li Şengalê hatin jiyîn û bûyî sedemê jiyana gelek jin û zarokan şermezar dikin. Ev birîn tenê bi edalet û hevrûbûnê wê bipêçe. Em îro dibin şahidê heman komkujiya li Şengalê. Binpêkirinên ku li peravên Sûriyeyê û Suweyda ji vê komkujiyê ne qût e. Bi taybet bûyerên tundiyê û êrîşên zayendî tê pêkanîn. Li dijî jiyana sivîl û texrîbatê malan, tundiya li sivîlan tê kirin, binpêkirina eşkere ya hiqûqa navnetew û mafê mirovane. Em li ber van êrîşên ku dibin sedemê mirina zarokên ku sembola pêşerojê ne nikarin bêdeng bimînin.” 

‘Ji bo avakirinê pêşerojê divê em hemû bi hev re tevger bikin’

Meclîsa Yekîtiya Jinên Zenûbiya bang li civaka navnetewî kir ku berpirsyartî bigrin û zextê li hemû aliyên peywendîdar bikin da ku dawî li van binpêkirinan bê anîn. Her wiha dan zanîn ku divê sivîl û bi taybet zarok ji van awayên tundiyê bê parastin û ji bo wê jî tedbîrên pêwîst bên girtin. Ji bo alîkariya mexdûran, hewldanên mirovî zêde bikin, zarokên ku ji van êrîşan bandor bûne desteka civakî û derûnî pêşkêş bikin û got: “Em nikarin vê krîza mirovî ji nedîtî ve bên, ji bo em parastina mafê mirovan bikin û pêşerojê ava bikin divê em bi hevre tevger bikin.”