Jinên Nisêbînê: Yên êrîşê nirxên me dikin, nikarin li vir bimînin!

Li Nisêbîna ku kelecana hilbijartinê lê heye, şêniyên navçeyê xwe amade dikin ku di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan. Jinan diyar kirin ku ew ê ji bo pêşerojek azad dengê xwe bidin, ji qeyûm û alîgirên wan re jî peyama; “Cihê we li vir nîn e” dan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn- Li Nisêbîna ku yek ji cihên 2 heyam in qeyûm avêtine ser şaredariyê, gel bi coşeke mezin li benda 31'ê Adarê ye. Tê payîn ku li şaredariya di her her hilbijartinê de bi ferqek dengan hatiye girtin, îsal jî bayê DEM'ê were. Jinan, diyar kirin ku tiştên di 5 salên dawî de jiyane li ber çavab bigrin û biçin ser sindoqan.

Êrîşê qadên dîrokî û çandî kirin!

Nisêbîn, ji sala 2017’an vir ve bi qeyûman tê birêvebirin. Di sala 2019’an de jî ji bo navçeyê qeyûma duyemîn hate tayînkirin. Qeyûman destpêkê êrîşa nirxên çandî û dirokî ya navçeyê kirin. Yekemîn qeyûma hate tayînkirin, abîdeya Newrozê ya ji bo bîranîna kesên di Newroza 1992’an de hatibû qetilkirin, hilweşand. Qeyûma ku li şûna abîdeya Newrozê birca saetê çêkir, di nava vê pêvajoyê de navên gelek kolan û cadeyên li navçeyê jî guhert. Dîsa saziya jinan û navendên ciwanan ên li navçeyê girt. Karê qeyûma herî dawî hate tayîn kirin jî, guhertina navê parka bin avê Kader Ortakkaya ya li ser sînorê Pirsûsê hat qetilkirin bû.

Jinan, bal kişandin ku êrîşê li nirxên wan tê kirin û ji bo gel tu xizmet nayê dayîn û anîn ziman ku  ew ê bi vê rastiyê re biçin ser sindoqan. Jinan, banga parastina ewlehiya sindoqan kirin û destnîşan kirin ku divê gel xwedî li dengên xwe derkeve.

'Em ê wan bi yek dengî bişînin’

Azîze Atalay, diyar kir ku ewê di vê heyamê de jî xwedî li şaredariyan derdikevin û ji destên qeyûman bigrin û wiha axivî: “Çi bikin bila bikin wê li vir bi ser nekevin. Ji ber ku em Kurd in, em ê dengê xwe bidin xwe. Dema em îro lê dinêrin li her qadê zilm û tundî heye. Li derve û li girtîgehên tecrîdek cuda heye. Qeyûm berdewamiya van polîtîkayan e. Em van mirovan naxwazin. Ev 5 sal in me rûye wan jî nedît. Hemû tiştan xira dikin û ji nû ve çêdikin. Bi vî awayî hemû pereyan dixon. Ji xwe hemû tiştan ji bo pereye. Gendelî û hileya nekirin nema. Dê ew biçin, ev der ne axên wan e. Ew ê bi dengên me biçin. Pêwîst nake tiştekî bikin, em ê wan bi yek dengî bişînin.”

'Em Kurd tu caran xilas nabin’

Adliye Yilmaz jî di axaftina xwe ya bi gotinên 'Wê axa me azad bibe' dest pê kir de, wiha got: "Em ê li vir dest bi xebatê bikin. Piştî qeyûman, em ê ji bo gelê xwe dest bi xebatê bikin. Tiştên we hilweşand, em ê ji nû ve ava bikin. Em çi bikin jî zilma wan qet dawî nabe. Em jî li dijî van berxwedana wan berdewam bikin. Em Kurd tu caran xilas nabin, her çiqas bixwazin me tune bikin, em ê zêde bibin. Serkeftin wê her tim ya me be. Qeyûma çawa hatin, wê bi vî awayî jî biçin. Cihê wan li vir nîne. Roja ku li vir derdikeve jî, van germ nake.”

‘Her dem Dem dema me ye!’

Sîdar Sari, bal kişand ser bêedaletiya qeyûman û wiha got: “Wê qeyûm li vir nemîne. Qeyûm biçin, ev der axa me ye, welatê me ye. Em ê ji bo zimanê xwe ya dayike û şaredariya xwe her tişt bikin. Ger dîsa werin, em ê dîsa bişînin. Em ê bi parastina sindoq û dengên xwe, şaredariya xwe paşde bigrin. Li vir ji derveyî hilweşandin û şewitandin tiştek din nekirin. Ji bo mirovan tu xizmet nekirin. Yekane xizmeta wî, ji bo na wî bû. Hemû pereyan ji bo xwe û ji bo alîgirên xwe xerc kir. Em ê her dem li ser piyan bin. Roja hilbijartinê jî pêwîst bike em ê ranezên em ê dengekî xwe jî nadin wan. Her dem Dem dema me ye!”

'Em ê bi coşa ciwanan re berdewam bikin'

Nalîn Aslan jî der barê hilbijartinê de wiha got: “Em bi germahî û coşa 8’ê Adarê re diçin hilbijartinê. Em bi coşa ciwanan dest pê dikin û bi vê coşê berdewam dikin. Heta azadî bê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Qeyûman ji bo vê gelê tu xizmet nekir. Ev 5 sal in em di riyên xirabe de diçin û tên malên xwe. Em ê ji bo axa xwe azad bikin, bixebitin û hemû tiştên ji destên me tê bikin. Em ê ji ciwan û gelê re behsa girîngî hilbijartinê bikin. Çi ji destê me were, em ê bikin. Em ê xwedî li sindoq û îradeya derkevin. Heta îro tu caran li vir serkeftin bi dest nexistin. Wê tu caran jî dest nexin. Ev der mala me û hêlîna me ye. Heta ku em li vir bin, ew nikarin tu tişt bigrin.”