Jinên Minbicî: Hêviya me ew e ku bajêr dîsa ji aliyê QSD’ê ve bê rizgarkirin
Jinên Minbicî gotin ku bajarê wan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û çete kiryarên wek dizî, talan, revandin, destdirêjî û komkujiyan dikin. Jinan got “Em hêvîdar in ku QSD me rizgar bike. Ji ber ku berê jî em ji DAIŞ’ê rizgar kiribû."
SÎLVA AL-ÎBRAHÎM
Hesekê – Jinên Minbicî piştî ku bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hat dagirkirin, bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kirin.
Hêzên leşkerî bersiveke erênî dan van bangan û ji bo ku Minbicê ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin, dest bi pêngavek kirin. Hêzên leşkerî, di pêngava ku ji bo rizgarkirina Minbicê destpê kirin de gelek bipêş ketin. Ajansa me jî, tiştên ku li Minbica dagirkirî diqewimin ji nêz ve dişopîne. Ajansa me gihîşt tomarên dengên jinên Minbicî ku ji QSD’ê re şandine. Jin di peyamên xwe de balê dikşînin ser binpêkirinên mafan ên bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk tên kirin.
Direvînin û paşê fîdye dixwazin
Jinên ku em ji ber pirsgirêka ewlehiyê nikarin navê wan bidin, diyar dikin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li Minbica ku dagir kirine, dizî, talan, komkujiyan dikin. Jin dibêjin ku herî dawî jî keçikek 7 salî revandine û destdirêjî lê kirine. Jin balê dikşînin ser pevçûnên ku bi vê sedemê di navbera eşîra El-Bubna û çeteyan de derketine. Jin tînin ziman ku nizanin ka ferdên malbatê yên hatine revandin sax in an na. Jin dibêjin ku nekarî hîn bikin ka kesên hatine revandin birine Efrînê an herêmên din ên ku hatine dagirkirin û girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, yan nebirine. Jin didin zanîn ku çete beramberî berdana kesên ku revandine, 10 hezar dolar dixwazin.
Jinek Minbicî, balê dikşîne ser tiştên ji dagirkirinê ve diqewimin û wiha dibêje: “Her ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ketine bajêr, ewlehî û aramiya me nemaye. Malên Kurdan û Ereban talan dikin. Nêzî 250'yî wesayît jî dizîn. Hêviya me ew e ku QSD were û me rizgar bike. Berê jî em ji DAIŞ’ê rizgar kiribûn. Jiyana me di bin kontrola çeteyan de bi ewle nîne. Bişev em tim bi rîska êrîşan re rû bi rû ne.”
‘Em hêvîdar in bajêr ji aliyê QSD’ê ve dîsa bê rizgarkirin’
Jinek din a li Minbicê jî wiha dibêje: “Ez dixwazim ku Hêzên Sûriya Demokratîk me ji zilma van çeteyan rizgar bikin. Em ji we lava dikin ku hûn me ji van xespkaran, diz û talankeran rizgar bikin. Sûcên wisa dikin ku aqilê meriv nagire. Ewlehiya me tuneye. Cilan li xwe dikin, ruyê xwe vedişêrin, bişev bi ser malan de digirin, pere û zêrên mirovan didizin. Çeteyan êrîşî merivek min ê dermanfiroş kir, hemû derman û pereyên li dermanxaneya wan dizîn. Gotin ku hûn 5 hezar dolar nedin emê wî bikujin. Hemû tiştên ku dizîn, birin Cerablusa dagirkirî. Ev çete bi kuştin, talan, wêran û destdirêjiyê jiyana me kirin dojeh. Ji ber ku me asteng dikin, em nikarin herin cîhên bi ewle jî. Em hêvîdar in ku bajêr dîsa ji aliyê QSD’ê ve bê rizgarkirin.”
‘Em ji pêngava QSD’ê ya ji bo rizgarkirina me kêfxweş in’
Jinek din a ku bi peyama xwe ya bi deng balê dikşîne ser binpêkirinên dermirovane yên çeteyan jî, wiha dibêje: “Em di serdema Rêveberiya Xweser de di nav ewlehî û aramiyê de bûn. Tu eleqeya çeteyên girêdayî Artêşa Muhafiz a Sûriyê bi welatheziyê tuneye. Ji ber ku ew mal û milkên xelkê didizin û mirovan direvînin. Ev çeteyên ku qaşo bi slogan û sembolên îslamî tevdigerin, keça 7 salî revandin û destdirêjî lê kirin. Em bi heft çavan li hêviya QSD’ê ne ku were me ji çeteyan rizgar bike. Ev ne tenê helwesta min e, her wiha helwesta hemû eşîrên li Minbicê ye jî. Piştî bûyera destdirêjiyê me dît ku di navbera çetean û eşîra El-Bubno de pevçûn derketin. Em ji pêngava ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo me ji tarîtiyê rizgar bikin destpê kirine, gelek kêfxweş in.”
Çalakiyên gel didomin
Çavkaniyên din ên li herêmên çolterî jî diyar kirin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk, êrîşî gundên Al-Dawshan û Al-Toul kirine, talan û wêran kirine, li ser vê yekê ferdên eşîra Beni Asid nerazîbûna xwe ya li hemberî wan anîne ziman. Xelk, protestoyên li hember pêkanînên dewleta Tirk, çeteyên wê û koma bi navê El- Amşatê, didomîne.