Jinên Mexmûrê: Zîlan riya heqîqetê nîşan da

Jinên Wargeha Mexmûrê, diyar kirin ku çalakiya fedayî ya şoreşger Zeynep Kinaci, ji bo jinan bûye çavkaniya têkoşînê û wiha gotin: “Hevala Zîlan ji bo tevahî jinan riya heqîqetê nîşan da. Mîrasa hevala Zîlan heta îro didome.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan di 10’ê Tebaxa sala 1972’an de li gundê Elmali yê girêdayî bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Zeynep Kinaci ku di sala 1990'an de beşa Perwerdeyê ya Zanîngeha Înonuyê li Meletiyê qezenc kir, wezîfeya xwe sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê kir û li wir pîşeya xwe berdewam kir, beşa şêwirmendiya derûnî qedand.

Zeynep Kinaci dema zanîngeh dixwîne Partiya Karkerên Kurdistanê nas dike û di sala 1994'an de li bajarê Edeneyê dest bi xebatên cephewî dike. Di sala 1995’an de ji Dersimê tevli refên gerîlayên Kurdistanê dibe. Zeyneb Kinaci di 30’yê Hezîrana sala 1996’an de bi armanca şermezarkirina komploya 6'ê Gulana sala 1996’an ya li Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Dêrsimê dema amadekariya şahiyek ji aliyê leşkerên Tirk dihat kirin çalakiya fedayî pêk tîne û jiyana xwe ji dest dide.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 28’emîn salvegera Zîlanê bi nasnav Zeyneb Kinaci, ji ajansa me re axivîn. 

Oznur Kaya, di destpêka axaftina xwe de di şexsê şoreşger Zîlan (Zeyneb Kinaci) de tevahî pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Hevala Zîlan di sala 1996’an de li dijî komploya li ser serokatiya me çalakiyek fedayî pêk anî. Çalakiya hevala Zîlan di cîhanê de deng veda. Çalakiya fedayî ya hevala Zîlan bandorek mezin çêkir û zirarek mezin da dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk zirar û windahiyên xwe veşart. Piştî çalakiya hevala Zîlan, jinan dest bi rêxistinbûna xwe kir. Piştî çalakiyê bi hezaran ciwanên Kurd tevli şoreşê bûn û navê xwe kirin Zîlan. Mîrasa ku hevala Zîlan hişt, heta îro didome. Berxwedana niha gerîlayên azadiya Kurdistanê li serê çiya û di tunelan de raber dikin, mîrateya hevala Zîlan e. Têkoşîna ku niha jinên Kurd li dijî êrîşên dijmîn didin jî berdewama wê ye.”

‘Hevala Zîlan xwest bi wê çalakiyê hemû jin azad bibin’

Oznur Kaya, da zanîn ku çalakiya fedayî ya şoreşger Zîlan (Zeyneb Kinaci) bû sedem ku jin dest bi rêxistinbûna xwe bikin û wiha axivî: “Çawa ku hevala Zîlan di nameya xwe ya ji Rêbertiyê re dibêje ‘Xwezî ji canê min zêdetir tiştek hebûya da ku min ji bo we feda bikira’ divê em vê gotina hevala Zîlan tu caran ji bir nekin. Divê em xwedî li xeyala hevala Zîlan derbikevin. Çalakiya wê bû sedem ku jin dest bi rêxistinbûna xwe bikin. Bi saya rêxistina me û hevala Zîlan, jin gihîştin nasnameya xwe. Hevala Zîlan, xwest jin li ku derê bin, bila bibin, têbikoşin.”

‘Jinan bi hêza ku ji hevala Zîlan girt xwe ji hemû êrîşan diparêzin’

Oznur Kaya, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xeta jina azad, jinan ji mirin û koletiyê rizgar kiriye û wiha got: “Çalakiya hevala Zîlan hêz û bawerî da hemû jinên Kurd. Ger niha weke jin em dikarin der barê şehîdên xwe de biaxivîn, bi saya Rêber Apo, hevala Zîlan û tevahî şehîdên me ye. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li tevahî cîhanê deng dide. Tevahî jinên cîhanê, ji bo azadiya xwe berê xwe didin jinên Kurd. Xeta jina azad, jinan ji mirin û koletiyê rizgar kir. Jinan bi hêza ku ji hevala Zîlan girtin, niha xwe ji hemû êrîşan diparêzin. Mînaka têkoşîn û berxwedana ku niha jinên Kurd dimeşînin, di cîhanê de nîn e. Piştî Serokatiya me bîr û bawerî da jinan, jin ketin ferqa hêza xwe.”

‘Îro tevahî jin û xortên Kurd di riya heval Zîlan de dimeşîn’

Oznur Kaya, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê heta dawiyê şopdarên şoreşger Zîlan bin û wiha got: “Hevala Zîlan weke jinek, ji bo tevahî jinan riya heqîqetê nîşan da. Îro tevahî jin û xortên Kurd di riya hevala Zîlan de dimeşîn. Em ê jî heta dawiya jiyana xwe di xeta hevala Zîlan de bimeşin û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”

Hevala Zîlan ji bo tevahî jinan mîrasek hişt’

Rûxweş Efrîn jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şoreşger Zîlan ji bo tevahî jinan bûye çavkaniya hêzê û wiha got: “Ez di şexsê hevala Zîlan de tevahî şehîdan bi bîr tînim. Çalakiya ku hevala Zîlan 30’yê Hezîrana sala 1996’an pêk anî, pir bi wate û bandor bû. Çalakiya hevala Zîlan, dewleta Tirk hejand. Dewleta Tirk windahiyên xwe veşart. Hevala Zîlan ji bo tevahî jinan mîrasek hişt. Hevala Zîlan ji bo jinan bû çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Çalakiyên fedayî yên niha tên kirin, xeta hevala Zîlan e. Arîn Mirkan, Viyan Soran, Sara û Rûken û gelek jin û xortên Kurd şopdarên hevala Zîlan bûn. Hevala Zîlan bi taybetî ji bo jinan bû çavkaniya hêzê. Divê em xwedî li xeta wê û tevahî şehîdên xwe derbikevin.”

‘Divê ciwanên me xwedî li mîrasa şehîdên xwe derbikevin’

Rûxweş Efrîn di dawiya axaftinên xwe de ev bang kir: “Em weke jin di xeta hevala Zîlan de xwe perwerde dikin. Ya ku ji me tê xwestin divê em xwe birêxistin bikin û di xeta hevala Zîlan de bimeşin. Ez bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikim ku di aliyê rêxistinbûn, perwerde û fikir de di xeta hevala Zîlan de bimeşin. Divê ciwanên me xwedî li mîrasa şehîdên xwe derbikevin.”