Jinên Mexmûrê qetilkirina Jîna Mehsa Emînî şermezar kirin

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniya çapemeniyê qetilkirina jina ciwan ya Kurd a 22 salî Jîna Mehsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Mexmûr – Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê di bin pêşengtiya meclîsa Îştar ya Mexmûrê de bi daxuyaniyek çapemeniyê qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi hêceta hicab baş  girêne îşkence lê hat kirin û piştre ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da şermezar kirin. daxuyanî li ber deriyê weqfa jinan hat dayîn, beriya ku daxuyanî destpê bike deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî ji aliyê mamostaya dibîstana Dayîkê Zozan Kare ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Sîstema serdest ya ku weke hemû serdemên derbaz bûyî disa dixwaze divê serdema ku jin bi hebûn û îradeya xwe kariye bi têkoşşna ku daye meşandin ya ku li ser aqlê mirov reye kariye mafên xwe bi parêze. Li beramberî têkoşîna ku ji aliyê jinan serhildêr û berxwedêr ve tê meşandin, polîtîkaya çewisandina jinan li ser kare û di xwaze bi hemû hêza xw eve jina pêşenga rastiya dîroka mirovahiyê ye qetil bike, ê îrade bihêle û bi awayek fîzîkî ji holê rake.

“Tekane riya xwe parastina jinê, parastina cewherî ye”

Mînak vê yekê jî bûyera 13’ê Îlona 2022’an ya ku li Tahrana Rojhilatê Kurdistanê qewimî de jina Kurd ya bi navê Jîna Emînî ku ji bo geştê çûyî Tahranê bi hêceta ku hicab baş girê nedaye tê grtin û li gortigehê rastî îşkenceyê û di encama îşkencya ku lê hatî kirin kirîza mejî derbaz dike û jiyana xwe ji dest dide. Ev yek baştir serdestiya mêr û zilma ku li ser jinê tê meşandin radixwe ber çavan. Rejîma Îranê ku di aliyê parastina mafê jinê de tu nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtî, kiryarên xwe yên bi vî awayî  li ser jin, zarok û civakê dide meşandin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê ku dixwazn di nava vê rejîma hov de hewil didin jiyan bikin ji be rbê parastin û tu ewlekariya jiyana wan nîne hema bêje tû rojek nîne li Rojhilatê Kurdistanê bê kuştin û qetilkirina jinan derbaz nabe. Li beramberî vê desthilatdariya ku jinê qetil dike de divê jin li her derê cîhanê jiyan dikin bi taybet jinên Kurd li her derê bibin xwedî hêza xwe ya parastina cewherî û xwedî li kesayeta xwe derbikevin, ji ber tekane rêya parastina jinê di nava civakê de parastina cewherî ye û bi vê yekê wê bikarin bigihin serkeftinê.

“Tevahî jinan vedixwînin xwedî li erka xwe derketinê”

Em weke jinên wargeha Mexmûrê ji ber bi awayek bê exlaqane û namerdane qetilkirina jina ciwan ya Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî xemginiya xwe tînin ziman û di serî de ji malbata hêja û hemû jinên ku li beramberî bê mafî û zordestiya tê meşandin, di nava têkoşînek bê hempa dene sersaxiyê dixwazin. Li aliyê din di dema definkirina cenazeyê Jîna Emînî de helwesta bi yek dengî derketina li beramberî kiryara heyî weke gel û weke jin bi qêrîna Jin, Jiyan, Azadî dîsa îsrara xwe ya di azadiya xwe de anî ser ziman pîroz dikin û em weke jinê Mexmûrê van kiryarên ku dij mirovane rûreş û şermezar dikin û li ser xeta parastina cewherî ya hêza jinê tevahî jinan vedixwînin xwedî li erka xwe derketinê.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.