Jinên Mexmûrê: Êdî dora dewleta Tirk e

Jinên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku piştî 26 salan bi dîtina dîmenên Rêberê xwe pir hêstewar bûne û têkildarî merasîma çek şewitandinê ya gerîlayan jî gotin ku divê êdî dewleta Tirk gavên şênber bavêje.

ASYA DENÎZ

Mexmûr – Koma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a gerîlayan ku ji 30 kesî pêk tê, di pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de, di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmen a 19’ê Hezîranê ku 9 Tîrmehê hat weşandin de, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya girêdayî navçeya Dûkan a Silêmaniyê merasîmek li dar xist û çekên xwe şewitandin.

Jinên Wargeha Mexmûrê jî ji bo dîtina dîmene Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma çek şewitandinê ya gerîla ji ajansa me re axivîn.

‘Me wisa hîs kir ku em ji nû ve dayîk bûne’

Fadîle Pîranî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev 26 sal e dîmenên Abdullah Ocalan nedîtiye û wiha axivî: “Dema me dimenên Rêbertî dît û dengê Rêbertî bihîst me kêfxweşî, kêliyên hestiyar jiyan kir û hêstir ji çavên me bariyan. Me wisa hîs kir ku em ji nû ve jidayîk bûne û gelê Kurd û cîhanê nûbûn jiyan kiriye. Mirov nikare hestên wê roja dîrokî di saetek de bîne ziman.”

‘Divê dewleta Tirk êdî gavan bavêje’

Fadîle Pîranî erkên dikeve ser mile dewleta Tirk anî ziman û wiha pêl da axaftina xwe: “Rêbertî, ya ku dikeve ser milê xwe pêk anî û pêwîst e dewleta Tirk jî li gor wê yekê gavan bavêje. Rêbertî xwîn û şer da sekinandin. Ji milê me û yê wan jî windahî çêbûn ku Rêbertî xwest vê xwînê bide sekinandin. Dayîkên Tirk jî pêwîst e bêjin emê jî vê xwînê bidin sekinandin, vê pêvajoyê bikin pêvajoya aştî û biratiyê û bi hev re bijîn.”

‘Gerîla çekên xwe bi xwe şewitandin û teslîmî kesî nekirin’

Fadîle Pîranî di berdewama axaftina xwe de balkişand ser şewitandina çêkan a gerîla û wiha got: “Rêbertî got emê şer bisekinînin, çekan biding bêdengkirin. Rêxistina me jî got ku emê pêvajoya şer vegerînin pêvajoya aştiyê û bi merasîmekê çeken xwe bi deste xwe şewitandin û teslîmî kesî nekirin. Em bi kelecanekê li benda gerîla bûn ku em wan bibînin. Di pêşiya wan de Hevseroka KCK’ê (Koma Civakên Kurdistan) Heval Besê hebû û pir bi heybet ketin qadê, çekên xwe danîn û piştre jî şewitandin. Pêwîste dewleta Tirk jî berpirsyar tevbigere bes heya niha tu gav ne avêtîne. Pêwîst e em hemû xwedî vê pêvajoyê derkevin ku hîna jî Rêbertî û girtiyên me yên din azad nebûne.”

‘Heta azadiya Rêbertiya me pêk tê em paş ve gav navêjin’

Fadîle Pîranî girêdana gelê Wargehê ya bi Abdullah Ocalan re anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk her cure êrîş û îşkence li me kirin û xwestin me bikin sîxur. Me vê yekê qebûl nekir. Gundên me hatin şewitandin û em hatin vê çola Mexmûrê. Me ji bê aviyê bigire heya pir zehmetiyên cûda jî kişand, bes me soz daye Rêbertî û gerîlayên xwe ku em paşve gav navêjin, heta azadiya Rêbertiya me pêk tê.”

‘Me dîmenên Rêbertî dît em pir pê kêfxweş bûn’

Kudret Pîranî da zanîn ku ev pêvajoya destpê kirî wan pir kêfxweş kiriye û wiha axivî: “Me ji ber dîmenê Rêbertî dît û dengê Rêbertî bihîst em pir kêfxweş in. Em pir bandor bûn û me şahiyek lidar xist. Piştî banga Rêbertî em wek Kurdên her çar beşên Kurdistanê bibin yek û bi gelên dîtir ên cîhanê re bi hev re bijîn. Ev 30, 40 sale di navbera Kurd, Tirk û Ereban de şer heye û encama wê de ne ew tine bûn ne em tine bûn.” 

‘Em ne wek Kurdên berê ne’

Kudret Pîranî di berdewamiya axaftina xwe de li ser îmhakirina çekan a gerîla axivî û wiha got: “11’ê mehê li ser banga Rêbertî, gerîla çeken xwe şewitandin û nîşan dan ku ew girêdayî Rêbertî ne. Em jî yê sîyasetê bikin û xwe bipêş bixin. Em ne wek Kurdên berê ne û ne jî paşketî ne ku dê bêjin me ew teslîm girtîne. Êdî pêwîst e dewlet jî gav bavêje.”

‘Êdî dora dewleta Tirk e’

Kudret Pîranî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êdî dora dewletê ye û wiha got: “Ev salan e em li dijî hev şer dikin ku ne ew biser ketin ne em biser ketin. Rêbertî sê caran bang kir, tevgera azadiyê giştî bangên Rêbertî pêk anîn û êdî dor ya dewleta Tirk e. Me tiştê ku dikeve ser milê me, kiriye êdî dewlet pêwîst e ya dikeve ser mile xwe pêk bîne. Bangawaziya min ji bo giştî welatparêzên Kurd û Tirk ku destê xwe bidin hev û bi xwişk û biratî bijîn.”