Jinên li Girtîgeha Sinê dest bi greva birçîbûnê kirin

Hat ragihandin ku mamosteya Kurd û Seroka Komeleya Çand û Civakî ya Nozînê Zehra Muhammedî û çalakvanên jin ên girtî, li dijî îşkenceyê li Girtîgeha Sinê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Navenda Nûçeyan – Mamosta Kurd û Seroka Komeleya Çandî û Civakî ya Nozin Zehra Mihemedî ku li Îranê bi sûcê “binpêkirina ewlehiya netewî” hat sûdarkirin û bi 5 sal cezayê girtîgehê re li girtîgeha Sine tê ragirtin û çalakvanên ku ji aliyê rejîma Îranê ve ji çalakiyan hatin revandin û girtin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Zehra Mihemedî û çalakvanên jin ragihandin ku ji bo şermezarkirina îşkence û muameleya xerab a erkdarên Girtîgeha Sine dest bi greva birçîbûnê kirine.

Zîna Modaresgarjî jî di grevê de ye

Rêxistinên mafên mirovan parvekirin ku ji çalakvanên jin ên Rojhilatî Zîna Modaresgarjî jî bi çavên girtî û rûbirûyê dîwar hatiye lêpirsînkirin. Rêxistinê ragihand ku çalakvan ji roja Yekşemê vir ve li dijî îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, zêdetirî 20 jinên ku di çalakiyan de hatibûn girtin sewqî Girtîgeha Sinê hatinê kirin. Malbatan ji bo xizmên xwe bigirin li ber girtîgehê çalakiya şermezarkirine pêkanîn.