Jinên li Şehbayê: Divê dewleta Tirk ji herêmê were derxistin

Jinên li kantona Şehbayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe anîn ser ziman, teqez kirin ku armanca êrîşan qirkirin e û gotin: “Divê dewleta Tirk ji herêmê were derxistin.”

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Ji roja dagirkirina Efrînê ya Adara 2018’an de gelê ku berê xwe dan kantona Şehbayê bi rojan rastî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî tên. Dewleta Tirk di van rojên dawî de êrîşen xwe li ser kantonê dijwar kiriye û di encamê de bi dehan gund hatine topbaran kirin. Di encama êrîşan de gelek zirarên madî çêbûn.

Mal û milkên sivîlan hatin rûxandin her wiha pezên welatiyan telef bûn. Di heman demê de derdora nexweşxaneya Avrîn a tekane nexweşxaneya li kantonê yê, hat hedefgirtin. Ji ber topbaranê  welatî nikarin berê xwe bidin zeviyên xwe yên çandiniyê. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser asîmanê kantona Şehbayê 24 demjimêran digerin.

Jinên Efrînê ên ji ber Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûn û di kampên kantona Şehbayê de dimînin li dijî êrîşen dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî nerazîbûnên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku ji bo hemû krîzên li Sûriyeyê werin çareserkirin divê dewleta Tirk ji axa Sûriyeyê were derxistin.

‘Divê dewleta Tirk ji axa Sûriyeyê were derxistin’

Welatiya ji gundê Um El-Qura yê kantona Şehbayê Fatma Ehmed wiha bertekên xwe anî ser ziman: "Topbaran û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gund û navçeyên kantona Şehbayê û gundên nêzî sînor pêk tên. Ji ber topbaranên berdewam gelek zehmetî li cem gelê herêmê çêdibin. Welatî nikarin bi rehetî biçin û werin her wiha baldariyê bidin zeviyên xwe yên çandiniyê. Rewşa me ji ber êrîşên dewleta Tirk ên berdewam xirabtir dibe. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û ji bo hemû krîzên li Sûriyeyê werin çareserkirin dewleta Tirk a dagirker ji axa Sûriyeyê derxinin.”

‘Dewleta Tirk dixwaze gelan qir bike’

koçbera ji kantona Efrînê Xedîce Ebdo jî wiha got: Dewleta Tirk a dagirker gelê Efrînê ji xaka wan derxist lê hîn jî têr nebû, li kantona Şehbayê jî wan dike hedef. Ji ber dewleta Tirk a dagirker komkujî û êrîş li dijî me pêk anîn em neçar man bi darê zorê ji xaka xwe derkevin. Heta niha êrîş ranewestiyane. Dewleta Tirk her tiştî dike hedef, heta bi sivîlan armanc digre. Ti ferq û cudahiyê naxe navbera Kurd û Ereban de. Dixwaze bi riya êrîşên xwe gelan qir bike û dewleta xwe ya Osmanî ava bike.”

‘Zarok ji êrîşan bandor dibin’

Rehma Mihemed a ji xelkê kantona Şehbayê ye der barê êrîşên dewleta Tirk de ev tişt anî ser ziman: "Topbaran û hedefgirtina sivîlan yekser bandorê li zarokan dike. Zarokên herêmê ji ber tirsê bi gelek nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Ez bang li rêxistinên mirovî dikim ku destwerdanê bikin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Parastina zarok û sivîlan bikin.”