‘Ji bo ez giliya xwe paş ve bikşînim zextê dikin’

Dayik Adîle Guler a ku bertek nîşanê 15 sal ceza dayîna Necat Sevînç ê ku Makbule Sevînç qetilkir, diyar kir ku ji aliyê malbata kiryar ve ji bo giliya xwe paş de bikşîne rastî gefan tê û bi zextan re rû bi rû dîmîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş – Li Mûşê di sala 2021’an Necat Îşler ji gundê Dereyurt ya girêdayî navendê diçû Erziromê. Di dema çûndinê de Makbule Sevînç a ew jî di seyareyê de ye di xaçerêya gundên Bostankent-Karameşe de bi guman jiyana xwe ji dest da. Dayîka Makbule Sevînç Adîle Guler bertek nîşanî 15 sal cezayê girtîgehê yê ku di doza Makbule Sevînç de bi sûcê "giran birîndarkirinê" hat dayîn û diyar kir ku ji aliyê kiryar û malbata Necat Îşler ve ji bo giliya xwe paş de bikşîne hatiye tehdîtkirin.

Cezayê muebetê daket 15 salan

Bûyer di destpêkê de wek qezaya trafîkê hat qeyt kirin. Makbule Sevînç di cîhê bûyerê de rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da, kiryar jî piştî îfadeya wî serbest hat berdan. Dayik Adîle Guler a ku der barê pêvajoyê de lêkolîn kir diyar kir ku ji ber zext û gefên mirinê ên li ser kaça wê dide xuyakirin ku mirina hatiye jiyan kirin ne qeza ne jî bi guman e keça wê hatiye qetilkirin. Piştî têkoşîna Dayika Adîle Guler, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Mûşê jî ket nava dosyayê û kiryar hat girtin. Danişîna biryarê di 5'ê Tîrmeha 2023'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ji ber sûcê "bi zanebûn kuştina hevjînê" hat dîtin. Necdet Sevînç ê di doza wî de cezayê muebetê lê hat birîn, ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve hat betalkirin.

Di biryara betalkirinê de ji ber "giran bîrîndarkirinê" ceza hat xwestin. Piştî biryara betalkirinê, di danişîna ku di 15'ê Gulanê de dîsa hat dîtin de 15 sal cezayê girtîgehê li kiryar hat birîn.

‘Ji bo ku ez giliya xwe paş ve bikşînim zextê dikin’

Dayik Adîlê Guler a ku bertek nîşanî biryarê da got ku piştî danîşînê ji aliyê xizmên kiryar ve gef lê tê xwarin û ji bo ku giliya xwe paş de bikşîne zext li ser tê kirin. Adîle Guler di berdevamiya xaftina xwe de diyar kir ku gefên wan hîn berdewam dike û wiha domand: “Ez tenê ne ji bo keça xwe ji bo ku jinên din jî neyên qetilkirin tekoşîn da meşandin. Dadgeh rabû dozê betal kir. Di destpêkê de ez dixwazim hesabê vê bipirsim ‘cezayê qetilkirina jinekê 15 sal e?’ aniha jî ji vê biryarê hêz girtin û gefan li min dixwin. Hertim bi gotina ‘giliya xwe paş ve bikşîne daku tahliye bibe’ zext li min dikin. Ger ev mêr derkeve dê jinên din jî bikuje. Keça min bi mehan rastî tundiyê hat, gef lê hat xwarin. Ji bo ku rastî derkeve holê min pir hewil da. Ji bo ku ez giliya xwe paş de bikşînim her tiştî dikin. Ji bo ku ew qatîl serbest bê berdan kes nehiştin ku neşandin mala min. Lê ez qabûl nakim. Ne cezayê 15 salî ne jî van gefan qebûl dikim.”

'Divê qatilan neparêzin'

Adîle Guler, diyar kir ku divê ceza bê betalkirin û kiryar bi cezayê herî giran bê darizandin û wiha got: “Ez ê serî li ber van zextan natewînim. Ji bo edalet pêk were ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Min nekarî keça xwe rizgar bikim, lê ji niha û pê de ez ê berdewam bikim da ku zirar negihe jinên din. Li vî welatî edalet tune, qatil ji deriyekî dikevin hundir û ji deriyekî din derdikevin. Divê em êdî dev ji vê berdin. Çi ji destê min bê ez ê bikim ku ew mêr xuya neke. Divê êdî li vî welatî mêr neyên parastin. Bi vê biryarê xelat dan qatilê keça min. Ez ê heta dawiyê vê dozê bişopînim."