Jinên Kurd di xeta agir de agirê Newrozê vêxistin

Bi pêşengtiya jinên Kurd yên li xeta agir a bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye, agirê Newrozê hat vêxistin. Jinan gotin ku ew ê bi gurkirina agirê serkeftin û azadiyê misoger bikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Newroza 2024'an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vêxistina agir li gelek gund, navçe, bajar û kantonan tê pîrozkirin. Êrîşên dewleta Tirk û xeteriya gerîna balafirên keşfê û balafirên şer li ser jiyana sivîlên xeta agir her berdewam e, lê ev nayê wê wateyê ku Kurd ên li wan xeta jiyan dikin wê agirê Newroz a 2024'an vênexin.

Şevê din, Kurdên li gundê Bab El-Xêr ê ku li ser rêya Zirgan-Til Temir ku dikeve xeta agir dijîn, jinan piştî cejna 8’ê Adarê careke din zend û bendên xwe badan, cil û bergên xwe yê neteweyî lixwe kirin, kembera xwe girêdan û bi nîşana serkeftinê û bilindkirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mal berê xwe dan nava gund. Jin, mêr û zarokan bi diruşmeya "Jin jiyan azadî" û "Bê serok jiyan nabe", agirê Newrozê dadan. Ji xetên agir diruşmeya "Jin jiyan azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi gerandina govendê li dora agirê Newrozê bilind dibû.  

'Coşa Newroza 2024’an coşeke ji hilma serkeftinê ye'

Edla Dawûd Newroza 2024’an li Kurdistan û giştî cîhanê pîroz kir û wiha dom kir: "Coşa Newroz ê a îsal pir cûda ye, coşeke bi hilma serkeftinê ye. Raste em di xeta agir de ne, lê belê îro em xwedî doz in û her şopdarê wê ne. Bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan em bihêztir dibin, çavkaniya hêza me ji ramanên wî tên. Newroz ji jinan re newroza xilasiya ji bindestî, zilm û zordestiyê ye. Newroz ji mere pir pîroz e, bila dijminên me nefikirin ku em ê bihêlin ew kêfxweş bibin, na em ê alên xwe û wêneyên rêberê xwe jî bilind bikin û agirê newroza xwe jî gur bikin. Çawa Kawayê Hesinkar dehak têk bir, em ê jî dehakê serdema 21’an ku Erdogan e, bi geşkirina agirê Newroza 21’ê Adarê bi hevgirtina jinan têk bibin û cîhanê ji zilma wî xilas bikin."

'Gur dibe û venamire agirê me'

Yazî Ehmed jî dibêje ku Newroz cejneke kurdewarî, dîrokî û qedîm e û wiha pêl da gotina xwe: "Ev dewleta Tirk çiqasî êrîş bikin, ew ê nikaribin germ û gurbûna agirê me yê Newrozê vemirînin. Em di çi rewş û xeteriyê de bin, lê dîsa jî em ê her sal agirê xwe geş bikin. Em ê dawî li desthilatdariya dagirkeran bînin."

Peyamên zarokan: Newrozek bi Rêber Apo re

Ehmed Ebdulxenî zarokekî 13 salî ye, ligel malbata xwe Newrozê pîroz dike wiha dibêje: "Ez Newrozê pîroz dikim. Bi hêvî me ku hemû zarok werin em bi hevre Newroz a 2024’an pîroz bikin. Bijî serok Apo, bimre dagirkerên Tirk."

Pêla Ehmed a 8 salî jî wiha hêviya xwe ya îsal tîne ziman: "Bi hêviya ku Rêber Apo azad bibe û em bi hev re Newrozê pîroz bikin e. Bijî serok Apo."