Dayikên zarokên di Newroza 2015’an de jiyana xwe ji dest dan: Em ê li ber xwe bidin

Dayikên ku zarokên wan di Newroza 2015’an de li Hesekê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, xwestin kiryar hesab bidin û werin darizandin, diyar kirin ku gelê Kurd dê têkoşîn û berxwedana xwe bidomîne.

DELAL REMEZAN

Hesekê- Di pîrozbahiyên 21’ê, Adarê Newroza 2015’an de li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê, du wesayîdên bombebarkirî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn parkkirin teqiyan û di encamê de gelek ji wan zarok û jin, 54 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Du zarokên Xanaf Hamo, yên bi navê Ehmed û Muhemed di teqînê de jiyana xwe ji dest dan. Xanaf Hamo, ji ajansa me re behsa tiştên ku wê rojê jiyane kir û wiha got: “Me wê rojê weke gelek kesan xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê amade kiribû. Sibehê zû em şiyar bûn û çûn cihê pîrozbahiyê. Mala min nêzî cihê pîrozbahiyê bû, ji ber ku hewa serma bû, ji bo montê xwe bigrim çûm malê. Tam dema ez hatim ber deriyê malê, du car min dengê teqînê bihîst. Bi lez min berê xwe da cihê pîrozbahiyê, hevjîn û du zarokên min jî li wê derê bûn. Dilê min bi tirs lêdida. Dema gihîştim qadê, li hevjîn û zarokên xwe geriyam lê min nedît. Ambulansan û hêzên ewlehiyê derdorê girtin. Birîndaran dibirin. Em nizanibûn wan dibin kîşan nexweşxaneyan. Ji ber wê ez çûm hemû nexweşxaneyên li bajar, min dît ku herdu kurêm min mirine û hevjînî min jî bi giranî birîndar e. Hevjînê min şeş meh nikaribû hereket bikira û di nava cihan de ma. Heta niha jî tam baş nebûye û êşam dikşîne.”

‘Ez dixwazim edalet bi cih were’

Xanaf Hamo, diyar kir ku hedefgirtina civîlan nemerdî û tirsonekî ye û wiha domand: “Min ji zarokên xwe xatir jî nexwest. Hevjînê min ji ber ku birîndareke giran bû, rojek piştre bihîst û zarokên me mirine. Ez nikaribûm bedena bêruh a zarokên xwe bibînim. Ji ber ku min ew bi xwe re birin cihê pîrozbahiyê û li ba wan nebûm, min her dem xwe sûcdar hîs kir. Ez zarokên xwe ji bîr nakim û dixwazim hesab ji kujeran were pirsîn. DAIŞ hê heye û ji bo pêşî li qetliamên wiha were girtin divê bi temamî ji herêmên me werin derxistin.”

‘Min hemû amadekariyan kiribû’

Nadia Mûrad a ku di êrişê de kurê wê yê 12 salî Joan Muhammad jiyana xwe ji dest da jî wiha behsa wê rojê kir: “Em gelê Kurd her sal cejna Newrozê pîroz dikin lewre Newroz ji bo gelê Kurd roja serhildana li dijî zulmê ye. Min jî êvarê amadekariyên xwe kiribûn. Ji bo kurê xwe min cilên folklorê û ala Kurd sandibû. Em hemû bi hev re çûn cihê pîrozbahiyê, agir hat vêxistin, govend hat gerandin. Ez dûre vegeriyam malê lê kurê min û hevalên xwe xwestin bimînin. Ji ber ku mala me nêzî qadê bû min destûr da. 10 piştî ku vegeriyam malê dengê teqînê hat. Bi lez min berê xwe da wê derê. Dema çûm ambulansan birîndaran radikirin. Ez li her derê li kurê xwe geriyam lê min nedît. Kes nizanibû çi bûye.”

‘Her roja Newroz dilê min dişewite’

Nadia Mûrad diyar kir ku ji bo li kurê xwe bigere berê xwe daye nexweşxaneyê û wiha domand: “Heta nîvê şevê geriyam, nexweşxane tije cenaze bûn. Ez tu carî wan dîmenan ji bîr nakim. Her roja Newrozê dilê min dişewite û wan deman ji nû ve dijîm. Kurê min diçû pola pêncan û pir xebatkar bû. Sê jê keçik, yek astengdar, 5 zarokên min hene. Şehadeta kurê min li ser me bandoreke mezin çêkir. Bi taybetî xwişka wî ket şokê û çendek nikaribû biaxiviya.” 

‘Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin’

Nadia Mûrad, peyam da ku dê li dijî êrişan zêdetir bi axa xwe ve werin girêdan û wiha axivî: “Ez dayika şehîdek ku ji bo azadî û aştiyê têdikoşe me. Em bi nasname, reng û kevneşopiyên xwe her sal Newrozê pîroz bikin. Rast e di dema pîrozbahiyê de kurê min mir lê ez her sal bi malbata xwe re Newrozê pîroz dikim lewre Newroz ji bo me tê wateya roja bidawîbûna bêdadî û zulmê. Divê ji çeteyên DAIŞ’ê hesab were pirsîn û di dadgehên adil de werin darizandin. Divê welatên têkildar, wan çeteyan bidarizînin û ceza bidin wan. Ew hê jî hene û li dijî gelên herêmê qetliaman dikin. Em xwedî îradeyek mezin in, emê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”