Jinên ku gotin "Hûn ê nikaribin serî li Kurdan bitewînin” soza berxwedanê dan
Dersîm Dag, Ayşe Acar Başaran û Ebru Gunay a di Konferansa Herêmî ya HDP’ê de destnîşan kirin ku pêkanînên bi vî rengî nikarin serî li Kurdan bidin tewandin û soza teslîm soza berxwedanê dan.
Amed - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya amadekariyên 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin de, li Amedê konferansa herêmî li dar dixe. Pêşiya konferana herêmê ya bi dirûşma “Berxwedana mezin meşa mezin” tê lidardixistin, polîsan di ketina eywana Konferansa Herêmê ya Amedê de noqteya kontrolê danîn. Li ser vê yekê HDP’yiyan rêya Bulvara Firatê û Stadê li trafîkê girtin. Piştî ku noqteya lêgerînê nehat rakirin, endamên partiyê li nava zeviya nêzî cihê eywanê konferansa xwe li dar xistin.
Dersîm Dag: Em li dijî faşîzmê berxwedana xwe mezin dikin
Konferans piştî avakirina dîwanê û deqeyek rêz ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin. Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Wekîla Amedê Dêrsim Dag a di nava axaftvanên konferansê de cih digirt, wiha got: “Em ê îro konferansa xwe li Amedê pêk anî ba, lê faşîzê dîsa rûyê xwe nîşan da.” Dersîm Dag bal kişand ser êrîşên li dijî Newroza Amedê û merasîma cenazeyê siyasetmedara Kurd Aysel Dogan û got: Îro xwestin konferansa me jî asteng bikin. Gelê Kurd rêxistinbûna xwe nîşan da û peyama 'her der cihê rêxistinbûnê ye, em dikarin li her derê konferansa xwe li dar bixin' da. Faşîzmê îro hewl da ku serî li HDP’ê bide tewandin. Lê gelê Kurd û HDP’ê tu caran serî natewîne. Em li dijî faşîzme xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe mezin dikin. Çi dibe bila bibe gelê Kurd bi ser bikeve. Serkeftin ya me ye.” Piştî axaftina Dêrsim Dag, beşdarên konferansê tim û tim dirûşmeyên "Ciwan li vir in, li ser piyan e” berz kirin.
Ayşe Acar Başaran: Faşîzm carek din xwe nîşan da
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî got hemû xebatên tên kirin ji bo gel e. Ayşe Acar Başaran wiha axivî: “Em hemû xebatên xwe bi nêrîn û pêşniyarên ku ji gel distînin dimeşînin. Wekî ku em duh konferansa xwe ya jinan li vir pêk anî, me xwest Konferansa Herêma Amedê jî pêk bînin. Lê dîsa em bi heman dîmenê re rû bi rû man. Faşîzm careke din xwe nîşan da.” Ayşe Acar Başaran bi bîr xist ku Denîz Poyraz li Îzmîrê bi hinceta emniyetê ya “em ewlehiya we pêktînin” hat qetilkirin û wiha got: “Kiryarê Poyraz gelek caran telefona emniyetê kiriye û keşîf kiriye. Wê demê emniyet li kuderê bû? Malbatan dianîn ber partiyê me û provokasyon dikirin. Wezareta Karên Hundir û erkdarên dewletê li vir ewlehiya HDP’yiyan pêknaynin. Pêkanînek li dijî hiqûqî heye. Tu pêkanînen vê rejîma faşîst dê ji bo me paşde gav nede avêtin. Tu êrîş dê ji jinan re, ciwan û Kurdan re serî nede tewandin. Her qad ji bo qada rêxistinbûyine. HDP ne avahiyeke ku hûn bigrin. HDP fikriyatek e."
Ebru Gunay: Ocalan temînata aştî û azadiya vî welatî ye
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî van gotinan anî ziman: “ Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Kesên tevî ku di destê van de tu belge nîne ji bo ewlekariya me, lêgerîna zirav dikin, dema Ugur Kaymaz û Denîz Poyraz hat qetilkirin li kuderê bûn? Hemû cîhan rûyê wan ê tarî dizane. Em bi berxwedan û meşeke mezin diçin kongreya xwe. Me nîşan da ku em ê li dijî rejîma yek zilamî ya AKP-MHP’ê li ber xwe bidin. Me di hemû êrîşên li dijî HDP’ê de her tim got; Hûn tu carî nikarin HDP'ê li avahiyan bigrin. Em ê weke li vir, têkoşînê li her derê mezin bikin. Çavkaniya pirsgirêkan ji tecrîda li ser Ocalan çavkanî bigre. Ocalan temînata aştiya vî welatî ye. Heta ku tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu zext û zehmetî nebe sedem ku em ji têkoşîna xwe paşve gav biavêjin. HDP’ê rasterast li ser piyan e.”
Konferans, piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû.