Xizmên girtiyan li ber edliyeyan bang dikin

Malbatên ku li Amed, Stenbol û Îzmîrê ji bo xizmên xwe nobetê digirin, xwestin dengê wan bê bihîstin.

Navenda Nûçeyan- Çalakiyên malbatan ên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin didome. Li Stenbolê malbatan di hefteya 9’emîn a nobeta edaletê de li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin cem hev.

Beriya nobetê qderdora edliyeyê ji aliyê gelek polîs û wesayîtên binçavkirinê ve hat dorpêçkirin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinan a Azad (TJA) û bi hejmarêk zêde jin tev li çalakiya malbatên girtiyan bûn. 

Polîsên ku xwestin daxuyaniya malbatan asteng bikin, biryara qedexekirina çalakiyan yê ji aliyê Qeymeqamtiya Kagithaneyê ve hatibû girtin hincet nîşan dan. Li ser vê di navbera xizmên girtiyan û polîsan de demek dirêj nîqaş derket. Xizmên girtiyan helwesta polîsên şermezan kirin û li pêş edliyeyê destbi çalakiya rûniştinê kirin.

Ji malbatan nasnameyan wan xwestin

Ji xizmên girtiyan Fincê Akman dema ku xwest wêneyê lawê xwe nîşan bide  polîs bi gotina "Provokasyonê neke"  xwest wê asteng bike. Piştre polîs xwest ji xizmên girtiyan nasnameya wan biigre. Malbatan jî nasname nedan û çalakî bi dawî kirin.  Tevî hemû astengiyan jî jinan heta Stasyona Metrobusê ya Çaglayanê meşiyan.

Em naxwazin xwîn  birije”

Li Îzmîrê jî malbatên girtiyên nexweş di roja 63'emîn ya nobeta xwe de li ber Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê bûn. Di nobetê de, dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin û xizma girtiyan Fehîme Poyraz axivîn. 

Fehîme Poyaz wiha got: “"Kujer îşkenceya ku li tu kesî nehatibû kirin li keça min kir. Ew faşîst bû û li Sûriyeyê perwerde dîtibû. Ger ku kesên bi vî rengî bikevin nav Gelê Kurd û tirk wê newekhevî rûbide. Em naxwazin dilê tu dayikan biêşe .Em naxwazin dilopeke xwîn jî birije.”

Edalet û hiquq li ku ye?

Nobeta edaletê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve hatibû destpêkirin li ber Edliyeya Amedê dewam kir. Ji çalakiya îro re Rêveber û endamên HDP'ê yên bajar û navçeyên Amedê, Rêveberên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  MED TUHAD-FED, TUAY-DER’a Amedê û gelek kes tevlî bûn.

Reşahat Ada  diyar kir  7 meh in di Noebeda Edaletê de ne û wiha got: "Li 3 cihên cuda cuda  em 7 meh in di nobedê de ne. Serkomar û Wezîrê Edaletê qet me nabînin gelo?  Edalet û hiqûq li ku ye.  Zarokên me di bin zextan de ne.  Zarokên me nayên dermankirin . Ger derman nakin bila bi me din em wan derman bikin.”

“Her kes bêdeng dimîne”  

Herdem Mervanî jî di çalakiyê de wiha axivî: "Dewleta Tirk dizane ku em li vir 7 meh in ‘Nobeta Edaletê’ digrin. Ji siyasetmedaran bigire heta bi saziyên sivîl her kes behsa edaletê dike û behsa demokrasiyê dike. Lê li hemberî pirsgirêkên li girtîgehan her kes bêdeng dimîne.  Dema ku ji girtîgehan tabût tên derxistin herkes diaxivê û ev jî ji me re samîmî nayê. 7 meh ne hindikin û dikare gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Lê dema ku mijar dibe girtîgeh tu kes tiştekî nake."