Jinên Koye ji bo xurtkirina têkiliyên civakî kom dibin
Jin ji bo xurtkirina têkiliyên xwe yên civakî beşdarî komele û navendan dibin. Berpirsa Navenda Koyan a Silêmaniyê Xumer Refîq dibêje: “Mêr ji mêrsalariyê hez dikin, lê ger jin xwedî aboriya xwe ya serbixwe bin, wê demê di bin siya mêran de namînin.”
ŞILÊR KOYE
Koye – Jinên Kurdistanê di serdema nû de; rewşa serxwebûn, çalakvaniya sivîl û berxwedana jinan li Kurdistanê, di qonaxeke hestiyar û xalek werçerxa dîrokî de dijîn. Di salên dawî de, wan karîne sînor û kevneşopiyan derbas bikin û bihêzbûna xwe di qadên jiyana civakî, aborî, siyasî û çandî de nîşan bidin. Îro, jinên Kurd ne tenê hedefên demên dijwar in, di heman demê de bûne biryarder, pêşeng û hêzek çalak di avakirina civakek sivîl de. Azadî û serxwebûna niha ya jinan a li Kurdistanê, ji hertiştî zêdetir, bi rêya bidestxistina serxwebûna aborî, perwerde, beşdarbûna di navendên biryardanê û çalakiyên hişyarkirinê de hatiye nîşandan.
Endamên jin ên Navenda Koyan li Silêmaniyê, ji bo pêşxistina xwe ya kesane û bihêzkirina têkiliyên xwe yên civakî bi rêya çalakiyan li hev dicivin.
‘Armanca me xurtkirina têkiliyên civakî ye’
Berpirsa Navenda Koyan a li Silêmaniyê Xumar Refîq, ji ajansa me re axivî. Xumar ragihand ku navenda wan di sala 2016’an de hatiye damezrandin û wê di sala 2023’an de de wek seroka navendê dest bi kar kiriye. Xumar Koyan da zanîn ku di dema serokatiya wê ya navendê de, çalakiyên wan piralî bûne û wiha domand: “Armanca me ew e ku em têkiliyên civakî yên di navbera xelkê Koyeyê yê li Silêmanî û derdora wê de dijîn, xurt bikin. Niha, ji bilî çalakiyên çandî, tenduristî, perwerdeyî û jîngehê, ez balê didim ser komên jinan. Ez dixwazim di 3 salên xebata me de bi rastî jî çalakvaniya jinan hebe. Ev 4-5 care em bi jinan re dicivin. Di 2’yê Tebaxa 2023’an de, me bi beşdariya jinên ji navendê û rêxistinên civaka sivîl çalakiyeke mezin li dar xist. Îsal me seyranek giştî li darxist. Me çend geşt û civîn jî li dar xistine û jin li me guhdarî dikin û ji serdan û kombûnên wiha hez dikin. Îro em bi du koman hatin Koyeyê, em ji Silêmaniyê hatin û hevalên ji Hewlêrê jî li ser vexwendina me hatine.”
‘Jin azad û hişyar in, lê hinek jin li malê sînordar in’
Xumar Refîq têkildarî azadiya jinê destnîşan kir ku jin êdî bi hêz in, xwedî kar, mûçe û kesayetiya xwe ne. Xumar diyar kir ku jin li malê xwişkên hev in, karîne li ser piyên xwe bisekinin û wiha pê de çû: “Bi taybetî niha jin azad in, beşdarî hemû kombûnan dibin. Hişyar in, ev yek bûye sedem ku bi xwe li ser piyê xwe bisekinin. Tiştê ku ez niha di nav jinan de dibînim, bi taybetî li Silêmaniyê ew e ku ew gelek wêrek in. Ew diçin her derê û heta niha jî jin bi komî û bi serê xwe ji bo derveyî welêt rêwîtiyê dikin. Lê belê, hinek jin hîn jî di malên xwe de asê mane û ji ber naxwazin malbatên wan têk biçin, wan dev ji nasnameya xwe ya kesî berdane û li hember her tiştî tehemûl dikin. Lê mirovên wek me xwedî erk û pîşe, her yek xwediyê kesayetiyeke xurt e. Ev yek jî mirovan azad dike, her çend hîn jî hin hizrên eşîrî di nava me de hebin jî.”
‘Mêr her tim dixwazin kesên din kontrol bikin’
Xumar Refîq da zanîn ku ew jinên xwedî kar û dahata xwe ne, dikarin bibin kesên xurt, lewma, heta ew ji hêza bawer nekin, nikarin ji destên mêran rizgar bibin. Li gor nêrîna wê, ji ber wê divê karekî wan hebe, da ku mêr nebêje ew ê wê xwedî bike. Xumar ev mijar wiha şirove kir: “Tiştek ji azadiyê xweştir nîne. Îro wek jinekê, ez gelek kêfxweş im ku min karîbû van jinan kom bikim û bêm bajarê xwe. Ez ji hemû jinan re azadiyê dixwazim, ji ber ev kombûn têkiliyên civakî xurt dikin û di nav me de hezkirinê çêdikin. Niha dema wê yekê ye ku jin di derketina derve û geştkirinê de azad bin. Ji ber berovajî tiştên ku têne gotin, jin nîvê civakê ne, lê niha mêr li pêşiya civakê bûne asteng. Ev nêrîna min e, ji ber mêr hez dikin her tim serdest bin û kontrola kesên hemberî xwe bikin. Wek taybetmendiyeke mêraniyê ye, lê ger aboriya te ya serbixwe hebe, wê demê tu yê ne di bin siya mêran de bî.”