Jinên koçber: Em li kampan tekoşîna xwe didomînin

Jinên Efrîn û Serêkaniyê ên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man bibin koçber diyarkirin ku ew bi hêviya ku rojek wegerin ser axa xwe têdikoşin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo - Li kampa Newroz ya girêdayî li navçeya Dêrikê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî ku ji cîhê xwe bûne dijîn. Jinên ku jiyana wan li kampan hîn zehmetir e bi heviya ku rojek bizivirin axa xwe bi zehmetiyan re têdîkoşin.

Adoul Hassan a ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî neçar ma ji Efrînê koçî kampa Newroz bibe ü di konan de tenê dijî diyar kir ku hevjînê wê beriya 10 salan li Efrînê wefat kiriye û wiha got: “Piştî hevjînê min mir min li gel bavê xwe jiyan kir. Piştre bavê min jî wefat kir ez jî tenê mam. Aniha di kona xwe de tena serê xwe li hember zehmetiyan tekoşînê didim.”

‘Zehmetî her ku diçe dijartir dibe’

Adoul Hassan diyar kir ku xeyalê wê ewe ku rojek bizivire Efrînê û wiha pê de çû: “Ji ber êrîşên dewleta Tirk di kampê de pirskirênkên pêwîstiyên bingehîn mîna av kehrebe dijîn. Ji ber êrîşên dewleta Tirk binesaziya herêmê xera bû, hemû navendên enerjiyê ji xizmetê derketin, herêm ji ava çemê Firatê bêpar maye û rêxistinên navneteweyî bi tevahî erkên xwe yên mirovî bi cih neanîne ev jî dibe sedem ku di kampê de  jiyana me hîn dijwartir bibe. Di kampê de jiyana kesên ku ji cîhê xwe bûne her ku diçe dijwartir dibe.”

‘Em ê rojek vegerin’

Adoul Hassan İdi berdevamiya axaftina xwe de detnîşan kir ku beriya dagirkeriya  dewleta Tirk ew li ser axa xwe kêfxweş bûn û wiha li ser axaftina xwe zêde kir: “Li Efrînê jiyan hêsan bû me hemû pêwîstiyên xwe bi hêsanî bicîh dianî. Me gelek berhemên cûr bi cûr xwedî dikir, di eynê wextê me li ser axa xwe kar dikir û hemû pewîstiyên xwe ji vir dabîn dikir. Lê piştî dagirkeriyê dewleta Tirk bi hezaran dar birîn, mal, erd, lawir heyanî kevirên me talan kir. Li Efrînê çeteyan çi tiştê aîdê me hebe talankirin. Ez dixwazim vê bipirsim; welatên ku bi mafê mirovan digerin qey edalet ev e? Em ê rojek bizivirin û ji bo ku ev roj were emê têbikoşin.”

‘Emê tekoşîna xwe berdevam bikin’

Hadla Mustafa a ku neçar maye ji Serêkaniyê koçî kampa Newroz bibe wiha got: “Di kampan de jiyan zehmet e, zivistanê pir sar havînê jî pir germ e. Ma qey jiyan ev e? Rûxmê vê jî em berxwe didin û em qebûl nakin ku axa me ji dijmin re bimîne. Ji bo ku rojek ez bi malbata xwe re bizivirim ser axa xwe tekoşînê didim. Em bi giştî bi hêvîne ku bizivirin. Heviya ku em bizivirin Serêkaniyê pir dirêj nake û em di demek pir kin de dê heviya me pêk were.”

‘Xeyalê her kesî ye ku vegerin’

Hadla Mustafa di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rûxmê hemî zehmetiyan jî jiyana xwe didomînin û wiha pê de çû: “Me di kampan de jiyan ji nûve ava kir bi rêya komînên ku di nav kampan de ji bo ku em xwe pêş bixin diçin perwerdeyan. Emê axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin, biçin ser axa xwe jiyana ji nûve axa bikin. Zarokên me bi heviya ku vegerin ser axa xwe mezin bûn. Her çend her konek xwedî çîrokek cuda be jî, vegera bajarê me xewn û hêviya hevpar a hemû koçberan e.”

Bang li saziyên navnetewî kir

Hedla Mistefa li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî bang li civaka navneteweyî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo rêxistin, sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî sûcên dewleta Tirk ên li derveyî mirovahiyê nabînin? Dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê axa me ji destê me girt. Hemû cîhan li hember tiştên ku dewleta Tirk li me dike kor, ker û lal e.”