Jinên Kobanê: Gefên dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana me naşkîne

Piştî gefên dewleta Tirk li dijî bajarê Kobanê jinên bajêr êriş û binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin: “Bi gefan nikarin me bitirsînin û bi şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bajarê berxwedanê biparêzin.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Piştî dagirkirina Şehba, Til Rifet û Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve roja 14’ê Kanûnê dewleta Tirk dest bi gefên xwe yên yekser li dijî bajarê Kobanê û Qereqozakê kir. Gef bi armanca dagirkirina herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina pergala Netewa Demokratîk e.

Jinên Kobanê helwestê xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk anîn ser ziman. Jinên teqez kirin ku dewleta Tirk bi riya gef êriş û binpêkirinên xwe bi taybet li dijî Kobanê armanc dike rûberên zêdetir ji xaka Sûriyê dagir bike û pergala neteweya demokratîk têk bibe û diyar kirin ku ew ê dest ji helwesta xwe ya berxwedanê bernedin û wê xaka xwe biparêzin.

'Bi yekîtiya xwe em ê dagirkeriyê têk bibin'

Emîne Mehmûd jineke ji bajarê Kobanê ye êrişên dewleta Tirk li dijî giştî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Gefên dewleta Tirk a dagirker gel natirsînin. Gelê me berxwedaneke dîrokî li vê herêmê meşandine bi taybet em weke jinên vê herêmê em ji van gefan natirsin. Me çawa beriya niha li ber xwe da em ê dîsa li ber xwe bidin. Roj li pey rojê em bi dehan karwanên şehîdan oxir dikin. Canê xwe ji bo parastina me û xaka me feda kirine. Divê dewleta Tirk baş zanibe wendakirina me ji zarokên me re nayê wateya şikandina îradeya me. Berobajî wê îrade û hêza me xurtir dibe. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê pêwîstî bi yekîtiyê heye. Divê hemû partiyên siyasî yên Kurd destê xwe bidin hev û xwe bikin yek ji bo doza Kurd biser bikeve û her çar aliyên Kurdistanê bibin yek."

'Bi şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bajarê berxwedanê biparêzin'

 Suha Mustefa jî gef û êrişên li dijî bajarê Kobanê û gundewarên wê û herêmên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Em weke jinên Kobanê em ê bi Şerê Gelê Şoreşgerî û îradeya xwe herêmên xwe biparêzin û em soz didin şehîdên xwe em ê li pey doza wan bin heta ku hemû planên li dijî herêma xwe werin têkbirin. Gelê Kobanî çawa di sala 2014'an de DAIŞê têk bir wê dîsa êrişan têk bibe. Bi ruhê berxwedana Kobanê ya li hemû cîhanê deng veda û bi berxwedana jinan hat naskirin em ê li ber xwe bidin û herêma xwe biparêzin. Herdem dewleta Tirk a dagirker hewil dide êrişan li dijî Kobanê pêk bîne ji ber bajarê berxwedanê ye. Bi vî bajarê biçûk jinan deriyê azadiyê vekir ji ber wê dewleta Tirk hewil dide îradeya jinan berxwedan û têkoşîna wê têk bibe û xelkê koçber bike."

'Bi gefan dixwaze tola DAIŞ'ê hilîne'

Zeyneb Mehmûd jî ev yek anî ziman: "Her çiqas dewleta Tirk a dagirker hewil bide herêmên me dagir bike em ê nehêlin û em ê dest ji berxwedana xwe bernedin. Em ê li kêlek zarok û hêzên xwe yên leşkerî bisekinin û parastina herêma xwe ji dagirkeriyê bikin. Em dizanin armanca dewleta Tirk têkbirina gelê Kurd e û tol rakirina DAIŞ'ê ye. Baweriya me bi hêza me heye. Em ê dest ji xeta berxwedanê bernedin û em ê doza xwe Kurdan biparêzin. Em ji her cure êriş re amade ne."