‘Di sedsala 21’emîn de rêbaza hêzên hegemon koçberikirina mirovan e’
Hevseroka Meclîsa Aborî ya bajarê Kobanê Emîra Elî da zanîn ku di sedsala 21’emîn de koçberî bûye rêbazeke sereke ya hêzên hegemon û got: “Mirov bi koçberiyê re ne tenê ji war û ax, ji nasname û xwebûna xwe jî koçber dibin.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Ji her demê zêdetir di van salên dawî de koçberî li Rojhilata Navîn bûye rojeveke sereke. Koçberiya ku gel di bin navê goya li ewlehiyê digerin, ango ji bo debara jiyanê berê xwe didin welatên cuda, xwe dide der di bingehê de xwe dispêre siyaset û stratejiyeke kûr a hêzên hegemon û netew-dewletê.
Di vî warî de hevseroka Meclîsa Aborî ya bajarê Kobanê ya kantona Firatê Emîra Elî, polîtîkayên koçberiyê, armanc û bandorên wê ji ajansa me re nirxand.
Emîra Elî li ser koka rêbaza koçberiyê ev anîn ziman: “Mijara koçberiyê gelek kûr û xwedî kokên dîrokî ye lê li gorî serdeman cuda dibe. Beriya pêşketina dewletan, ji bo ku kesek hêza xwe mezintir bike tevlîhevî û şer bi pêş dixe da ku koçberiyê pêk bîne û serweriya xwe li ser erd û milkan bike. Bi avakirina dewletan û bi pêşketina sîstemên netew-dewletê re êdî koçberî bû rêbazeke sereke û bi riya şerê taybet ev rêbaz hat bicihanîn. Ev yek bi rengekî pratîk bi Şerê Cîhanê yê Yekmîn re destpê kir û gihîşt lûtkeya xwe. Di pêvajoyên şeran de bê guman dê koçberî jî pêk were ku jixwe ev yek jî yek ji encamên şer û pevçûnan in.”
‘Awropa şer bi pêş dixe û gel jî teşwîqî welatên xwe dike’
Di van salên dawî de herî zêde mirov berê xwe didin Awropayê. Emîra li ser vê xalê diyar kir ku ev yek encama siyaseta Ewropayê ye û got: “Di bingehê de divê mirov sedemên pêkhatina şeran vekole. Ewropa bi welatê pîr û kalan tê naskirin, welatekî wiha ku hêz û enerjiya wê tunebe wê çawa bikaribe aboriya xwe bi pêş bixe û desthilatdariya xwe xurt bike? Di vir de pêdiviya Ewropayê bi hêza ku projeyên wê pêk bîne heye lê ev jî li gel wan nayê peydakirin. Ji bo vê jî şer û pevçûnan bi pêş dixin ku li aliyekî madeyên xwe ji çekan û amûrên şer difroşin her wiha propagandaya ewlehiya welatên xwe dikin ku bi riya wê pêlên koçberiyê bi pêş dixin. Jixwe gel jî ji bo ku jiyana xwe biparêzin, her dem di nava şeran de berê xwe dane welatên bi ewle. A niha di vê pêvajoyê de jî herî zêde koçberî li ku derê pêk tê? Gel berê xwe didin Ewropayê ku qaşo li ewlehiyê digerin.”
‘Koçberiya navxweyî bi salan e tê jiyîn’
Emîra Elî bi gotinên; “Koçberî jî cureyên wê hene, jixwe koçberiya derve û ya navxweyî jî heye ku armancên wê ji hev cuda dibin” wiha behsa mijarê kir: “A niha li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê bi zanebûn koçberiya navxweyî bi pêş dixin bi vê yekê bi temamî demografî tê guhertin. Mînaka herî berbiçav jî em dikarin Sûriyeyê nîşan bidin, Erebkirina herêma Cizîrê ango kembera Ereban parçeyek ji van polîtîkayên navxweyî ye. Ev yek li Iraq, Îran û Tirkiyeyê jî hat jiyîn ku bi hezaran Kurd ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, gundên wan hatin şewitandin û berê wan dan çolistanan. Li şûna wan jî Ereb, Tirk, Fars û Mogol hatin bicihkirin.”
‘Parçe dikin û gelan dagir dikin’
Emîra Elî di berdewamiya nirxandina xwe de wiha got: “Ev xalên me anîn ziman koçberiyeke bi polîtîk a navxweyî ye ku di vir de ev hêz gotina Ataturk a; parçe bike û birêve bibe, bi kar anîn. Dema tu gelekî parçe bikî, ji hev cuda bikî û demografiya wan bidî guhertin tuyê bikaribî bi hêsanî kontrol jî bikî. Lê ev pêk neyê, wê yekîtiya gelan jî xurt bibe û hêzên hegemon û netew-dewlet jî nikarin sûdê bigrin. Di vî warî de dewleta Tirk di 2014’an de berê çeteyan DAIŞ’ê dan Kobanê ku di encamê de şerekî mezin rû da û koçberiyeke mezin jî pêk hat. Dewleta Tirk koçberan birin gel xwe ku heta roja îro jî van koçberan di bazarên xwe de bi kar tînin. Ev yek ji mînakên herî zêde berbiçav in.”
‘Mirov ji hebûn rih û giyanê xwe jî koçber dibin’
Emîra Elî diyar kir ku hêzên hegemon aboriyê bi rengekî taybet di polîtîkeyên xwe de bi kar tînin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Baskekî din ê koçberiya navxweyî ku em bînin ziman jî ew e ku li hinek bajaran derfetên kar û aboriyê tune kirin. Rejîma Baasê li bajarên me Kurdan projeyên aborî ango qadên ku gel debara xwe pê bike, tune dikir. Ji bo vê jî gel neçar dima berê xwe bide parêzgehên Sûriye, Lubnan, Iraq û hwd. Ê ev yek çi bi xwe re tîne? Çand, exlaq, kesayet, ziman û hemû taybetmendiyên mirov tên guhertin û pişvatin. Mirov koçberî ku derê dibe neçar e xwe ji nû ve li gorî wê deverê ava bike. Dema ku koçberî Ewropayê dibin, di destpêkê de fêrbûna zimanê xwe li mirov ferz dikin. Dema tu fêrî ziman dibî, êdî tu çand û taybetmendiyên wan jî digrî. Koçberiya navxweyî û ya derve jî xizmetê heman armancê dikin. Koçberiya navxweyî çand, ziman û nasnameya mirov a resen qedexe û lawaz dike. Di koçberiya derve de jî ev xal bi carekê tên tunekirin û Kurdîtî ango Ereb, Tirk û û kîjan nijad be tu ji dest didî. Ji bo vê jî ez dikarim teqez bikim ku koçberiya em di vê sedsalê de dijîn, ne tenê guhertina cih û war e. Di heman demê de mirov ji rastî, nasname û xwebûna xwe jî koçber dibe. Êdî bi vê yekê re jî bi dehan krîz û pirsgirêk xwe didin der ku koletiyeke modern xwe ferz dike, kiryarên zayendî, mirina ji ber birçîbûnê û hwd.”
‘Kurdistan bihuşta talankirî ye’
Emîra Elî bilêv kir ku welatên herî dewlemend di navenda koçberiyê de ne û wiha berdewam kir: “Hêzên hegemon û dewletên netewperest polîtîkayên koçberiyê li ser hemû gelan bi kar tînin lê herî zêde gelên bindest bi bandor dibin. Gelê Filîstînê yek ji gelên ku herî zêde ji van polîtîkayan bi bandor bûye ye. Em dizanin ku Filîstîn yek ji welatên xwedî axa herî dewlemend û berhemdar e lê çi bûye? Her kes dibîne ku çi hatiye serê wan. Her wiha Kurdistan, em dizanin di cîhanê de weke bihuşt tê binavkirin. Sererd û binerdê Kurdistanê ji dewlemendtirîn axa cîhanê ye. Lê çi bû? Kurdistan parçekirin, talankirin, koçberî û şer lê bi pêş xistin.”
‘Divê em nehêlin welatên me talan bikin’
Emîra Elî bi gotinên; “Di vê sedsalê de koçberiyê xeteriyeke mezin ava kiriye” wiha domand: “Di vê sedsalê de serjimara mirovahiyê gelek bilind bûye, ev yek jî ne li gorî hesabên hêzên hegemon e ku li serê wan jî bûye bela. Ji bo ku pêşî li vê rewşê bigrin em dibînin rê li ber şerên gelek mezin vekirin û aloziyê gihîştandin qonaxeke xetimandinê. Ji bo vê jî ev hêz polîtîkayên xwe yên koçberiyê di vê sedsalê de bi kûrahiyeke pir mezin didin bikaranîn da ku alozî, guhertin û parçebûnên heyî di bin kontrola xwe de bihêlin.”
Hevseroka Meclîsa Aborî ya Kobanê axaftina xwe bi vê hişyariyê bi dawî kir: “Ya herî xeter jî ew e ku gelên me vê polîtîkeyê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin. Ev hêzên hegemon propogandaya koçberiyê dikin û gelan teşwîq dikin, ji bo vê jî mirov amûreke vê propogandayê ye. Li hemberî vê yekê gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn divê hişyar bin û di zanebûna vê rewşê de bin. Divê em nehêlin ku me di bin koçberiyê de bikin koleyên xwe û ew jî welatên me talan bikin.”