Jinên Kobanê û Hesekê piştgirî dan jinên Rojhilatê Kurdistanê

Jinên Kobanê û Hesekê li dijî qetilkirina Mehsa Emînî çalakiyên protestoyî li darxistin, porê xwe jêkirin û kefiyên xwe şewitandin.

Kobanê/Hesekê - Polîsên exlaqî yên Rêjîma Îranê di 13`ê Îlonê de jina ciwan Mehsa Emînî (Jîna) bi bihaneya ku porê wê xûya kir girtin. Piştî sê rojan ji ber işkenceya ku Mehsa Emînî pêre rû bi rû ma, jiyana xwe ji dest da. Ev bûyera ku qewimî bû çirûska destpêkirina serhildanên bi pêşengiya jin li Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha jinên Kurdistanê û yên cîhanê jî bi rê û rêbazên cuda piştgirî dan berxwedana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Bi pêşengiya rêxistina Kongra Star ya herêma Firatê jinên kantona Kobanê li qada Jina Azad kombûn û bi çalakiya pirotestoyî piştgirî dan jinên Rojhilatê Kurdistanê û qetilkirina Mehsa Emînî şermezar kirin. Jinan wêneyên Mehsa, alên Kongra Star û pankarta bi silogana "Li dijî kûştina jinan, jin û jiyanê biparêzin" hilgirtibûn.

Çalakiyê bi siloganên "Jin jiyan azadî" destpêkir, pişt re hevseroka Meclîsa Edaletê Sultan Hemdî daxuyaniyeke devkî da. Sultan Hemdî wiha got: "Em weke Kongra Star û jinên Kobanê ji qada Jina Azad ya bajarê Kobanê tevlî çalakî û berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê dibin. Em ji Rojavayê Kurdistanê heta Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna jinan silav dikin û dibêjin jin jiyan e û tu carî jiyan nayê kuştin. Emê her roj li qadan bin û piştgiriyê bidin Rojhilatê Kurdistanê."

Paşê jinan kefî şewitandin û porê xwe qûtkirin. Çalakî bi siloganên ku serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin bi dawî bû.

"Por û kefî ne şeref û namûs e"

Endama Kongreya Star Edle Bekî ji ajansa me re wiha axivî: "Em weke jinên Kobanê û endamên Kongra Star bi tundî qetilkirina Mehsa Emînî şermezar dikin.  Li Rojhilatê Kurdistanê di kesayeta Mehsa Emînî de serhildanên bi pêşengiya jin destpêkirin e, ne tenê li Kurdistanê lê belê tevahî jinên cîhanê piştgirî dan. Em îro li qada Jina Azad vê yekê dibêjin, şeref û namûsa me ne por û kefiye, lê ax û welatê me ye. Em bi vê hişmendiyê piştgirî didin serhildana Rojhilatê Kurdistanê û em ê ji bo wan ser piyanbin. Min porê xwe ji bo Mehsa Emînî qût kir, heger çi were xwestin jî em ê li vir bikin."

Hesekê

Kongra Star a bajarê Hesekê jî ji bo serhildana jinên Îranê çalakiyek protestoyi li dar xist. Çalakî li navenda Kongra Star a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Jinan wêneyên Jîna Emînî û Anûş Apetyan û por hildabûn.

Endama Kordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Nida Salih da zanîn ku  polîtîkayên li dijî jinan bi hemu kurahiya xwe berdewam in û li dijî van polîtîkayan banga yekîtiya jinên her çar aliyê cîhanê kir û wiha axaftina xwe domand: ”Em hemû Mehsa ne. Îro ger jinek kole be em hemû koleyê sîstemên desthilatdar in. Em bi rêxistinbûyîna xwe rê nadin ku bi hicetên derewîn jinan qetil bikin. Ji xwe re kuştina insanan helal kirne. Ev bi navê olan bercewendiyên xwe pêk tînin û dixwazin civakek kole nezan bidin ava kirin. Lê heya jinek li ser ruyê erdê hebe dê ji bo bidestxistina mafê xwe têbikoşe . Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku em bi hevre li dijî sîstemê qirkirinê serî hildin.

Emê bi yekîtiya xwe hişmendiya qirkirinê ji holê rakin

Endama Kongra Star a taxa Xiwêran Intsar El-Hemadî  serhildana jinên Îranê pîroz kir û wiha anî ziman: ”Em piştgirî didin serhildana jinan li Îranê, dema dema azadiya tevahî jinên cihanê ji bendên koletî û desthilatdariyê ye. Pêwiste her jinek mafê xwe yê jiyanek azad bi dest bixe. Em wekî rêxistina jin ji bo azadiya tevahî jinan û ji bo guhertina hişmendiya serdest em ê her li qadan bin. Em hişmendiyek bi exlaq ku her kes bi rehetî û azadî jiyan bike dixwazin. Em ji tevahî jinan dixwazin piştgirî bidin jinên azadîxwaz da ku polîtîkên li dijî jinan ji holê bên rakirin."

Çalakî bi vêxistina agir û şewtandina hîcab û bi dirûşma “Jin jiyan Azadî “ bi dawî bû.