Jinên Kobanê ku Abdullah Ocalan nas kirine: PKK hebûn e

Jinên ji bajarê Kobanê ku hestên xwe yên ji bo biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê parve kirin. Jinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyane, destnîşan kirin ku PKK ji bo wan henase û hebûneke bêdawî ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî lidarxistina 12’emîn kongreya xwe, bi daxuyaniyeke dîrokî bidawîkirina têkoşîna xwe ya çekdarî raghand. Bi vî gavî re û di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk de, PKK derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bû.

Gelê Kobanê ku di Tîrmeha 1979’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kir, malovaniyê ji belavbûn û parvekirina bîrdoziya Ocalan re bike ku bi Kobanê re Abdullah Ocalan dest bi xebatên xwe yên li Rojhilata Navîn kir. Lewra jî gel û bi taybetî jinên Kobanê bi sedan keç û xortên wan tevlî nafa refên PKK’ê bûn û bi hezaran gerîlayên wê jî hembêzkirin.

Di vê çarçoveyê de, jinên ku Abdullah Ocalan dîtine, hest û nirxandinên xwe yên ji bo biryara  PKK’ê bi me re parve kirin.

‘Rêber Apo bi PKK’ê re hebûna gelê Kurd rizgar kir’

 Wehîde Seyîd Ehmed bi van gotinan behsa çawanî û dilsoziya xwe ya bi PKK’ê re kir: “Min di 20 saliya xwe de Rêber Apo û partî nas kir. Ji ber ku temenê me yê biçûk û siyasetên li ser gelê Kurd hatibûn ferzkirin, em zêde ne di giraniya mijarê de bûn. Piştî fikrên me bipêş ketin û em ketin nava kûrahiya wê, me ferq kir ku partiyeke dirûst, bi pîvan, şoreşger û têkoşer e. Partiyeke wiha ye ku ji bo gelê Kurd bike hebûn canê xwe jî feda dike, ji bo jinan, zarokan û hemû mirovahiyê ked dide. Yê ku pêşengiya vê xebata hêja jî dikir, Rêber Apo bû. Gelê Kurd û bi taybetî jin di asta dareke ku rehên wê hişk bibe de bûn, Rêber Apo bi bîrdoziya xwe ev dar şîn kir ku di roja îro de jî kok û şaxên wê gelek bihêz in.”

‘PKK henaseya jiyankirin û azadiyê ye’

Wehîde Ehmed diyar kir ku azadiya jinan û civakê, tenê bi bîrdoziya Apoyî pêkan e û wiha got: “Dema me dest bi xebatên partiyê kir, hevdîtinên me jî li gel Rêber Apo çêbûn. Bi vê yekê re girêdan û biryara me ya serxistina têkoşîna PKK’ê mezin bû. Wê demê em têgihîştin ku emê wek jin bi Rêber Apo re rast jiyan bikin, hebûna xwe îfade bikin û azad bibin. Bi azadkirina jinê re jî, azadiya civakê û Kurdistaneke serbixwe pêkan e.”

Wehîde Ehmed da zanîn ku PKK ji bo wê henaseya ku pê dijî ye û wiha berdewam kir: “Heger mirov têkoşîna PKK’ê ya 52 salan binirxîne, em dikarin teqez bikin ku mîrateyeke dîrokî ya bi pîvan, çand û ehlaq ji me re afirand. Ji bo vê jî PKK’ê ji bo min mêjî, mirovatî, rih û henaseya ku em pê dijîn e. PKK pênaseya hebûna civak û gelekî dike. Em dê jî wek jin û wek gelekî ku hebûna me bi vê partiyê re destpê kir, vê mîrateyê bidin jiyankirin û bi serkeftinên hîn mezintir tacîdar bikin.”

‘Emê bi dilsoziya bi PKK’ê re mîrateya wê mayînde bikin’

Zehê Eyûb ku bi hestiyariyeke mezin nirxandinên xwe parve kir, wiha got: “PKK’ê bi riya kongreya xwe ya 12’emîn, destpêka qonaxeke nû ya têkoşînê ragihand. Dibe ku weke nav êdî PKK’e were guhertin, lê ji bo me ew êdî bûye parçeyek ji bedena me ku em nikarin bêyî wê bijîn. Di vî warî de ez behsa nirx, taybetmendî, fikir û çanda wê dikim. PKK partiya me ya rojên zor e, me xwe bi wê re nas kir û em gihîştin van rojan. Ji bo vê jî partiya me di çi guhertinan re derbas jî bibe ku em bawerin wê veguhertinên dîrokî bin jî, emê xwe her tim wek dilsozên vê partiyê bidin naskirin û bijîn.”

‘Ew çîrok û romaneke bê dawî ye’

Zehê Eyûb diyar kir ku wê destkeftî û mîrateya PKK’e dîroka gelê Kurd bidin guhertin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ev zêdetirî nîv sedsalek e ku PKK têdikoşe. Rêwîtiyeke ku di nava xwe de bi hezaran çîrok û romanên bê dawî dihewîne. Partiya me û dilsozên wê weke (terorîst) dihatin naskirin, îroj em dibînin ku PKK bûye xeta stratejîk a diyarkirina pêvajoyê û di rojeva cîhanê de deng vedide. Ger ku îro nasname, çand û zimanê gelê Kurd tên naskirin û pejirandin, ev yek xwe dispêre keda Rêber Apo û mîrateya ku PKK’ê ava kir. PKK partiyeke ne ji rêzê ye û serkeftinên ku qezenc kirin, wê di dîroka gelê Kurd de xalên guherîner bin.”